Jinan li Çiyayê Şengalê meclis avakirin
09:27
Rojin Deniz-Sara Xwinda/JINHA
ŞENGAL – Şengaliyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên qirkirinê cihên xwe terikandin û xwe avêtibûn himbêza çiyayê Şengalê dibin banê Meclisa Gel de li hev civiyan. Jinan bi duruşma ‘Garantiya Azadiya Şengalê’ bang li ger kesê kirin ku ji bo carekdinê qirkirin çênebe û avakirina parastina xwe ya cewherî her kes vegerin Şengalê.
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji despêka meha tebaxê heya niha ser Şengalê berdewam dikin operasonên azadkirinê berdewam dikin û êzidî jî li her qadê ji bo carekdin nebin mexdurên êrîş û qirkirinan xwe bi rêxistin dikin. Jinên êzidî yên bi qirkirinê re ru bir u mayîn xwe avêtine himbêza çiyayê Şengalê û li wê xwe birêxistin dikin. Jinên kul i çiyayê Şengalê dibin şertên zor de li benda azadiya navenda Şengalêne xwe dibin banê YPJ Şengal de bi rêxistin dikin bang li hemû jinan kirin ku bên li gel wan tevlî berxwedanê bibin. Jinên Şengalê dibin banê Meclisa Gel de hewil didin parastina cewherî û pergalek nû pêş bixin.
‘Emê bi hev re azad bikin’
Endama Meclisa Gel Hatun diyar kir ku ew dibin şertên zor de tekoşîna jiyanê didin û wiha domand: “Azadiya Şengalê garantiye. Bila hemû êzidî vegerin bên li gel me em bi hev re têbikoşin û Şengalê Azad bikin. Heya niha meclisek wiha ya me ya gel çênebûye. Weke jinekê ez ji vê xebat û tekoşînê bi hêvîme. YPJ Şengal hat avakirin êdî hêzek parastinê ya ayîdê me heye.”
‘Ez hîn zêdetir bihêvîme’
Gulê Kasim jî da zanîn ku ew ji her demê zêdetir niha bi hêviye û wiha axivî: “Hêviya me heye dê êzidî bigihin azadiyê. Êdî dê gelê êzidî bi xwe xwe bi rêxistin bikin û dê carekdinê bi qirkirinan re ru bir u nemînin.” Gulê bang li hemû jinên êzidî kir ku bên beşdarî hêza jinan ya parastina cewherî bibin û li hemberî dijminên xwe bi hev re şer bikin.
‘Heger bêrê rêxistina me weke niha hebana me ev jiyan nedikirin’
Saliha jî memnunyeta xwe ya ji bo avakirina meclisan anî ziman û bang li hemû êzidiyan kir ku bên li nava refên YBŞ û YPJ Şengal ê d e cîh bigirin û wiha berdewam kir: “Bila hemû dayîk û bavên êzidî ji bo beşdariya zarokên xwe ya nava refan alîkariyê bikin. Heger heya niha hêzek me ya rêxistinkirî hebana emê rastî qirkirinê nehatibana. Nihal i çiyayê Şengalê hêza me biparêze heye, lê em êzidî êdî dixwazin bi xwe rêxistina xwe avabikin û bibin xwedî hêz. Meclisa gel ya hatî avakirin hêviyê dide me. Jin jî cihê xwe di meclisê de digirin. Heger jin bên rêxistinkirin emê êdî bi qirkirinan re ru bir u nemînin.”
(zt)

