DAIŞ'ê rojnamevanê Japon Kanji Goto qetil kir
09:36
Sibat
1
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê, dîmenên qetilkirina rojnamevanê Japon Kenji Goto yê dîl girtibûn, di înternetê de weşandin.
Welatiyekî din ê Japon ê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibû girtin, bi jêkirina serî re hat qetilkirin. Rojnamevanê qada şer ê xwedî tecrûbe Kenji Goto, ji aliyê çeteyekî DAIŞ'ê yê bi maske ve hat qetilkirin û vîdeoya serjêkirinê danê êvarê di înternetê de hat weşandin.
Rayedarên Japon der barê mijarê de ti daxuyanî nedan. Aqûbeta pîlotê Urdunî yê di destê DAIŞ'ê de ye, hîna ne diyar e.
(zt)
