Çîroka wendayekê: Sefura Yıldırım
09:40
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Sefura Yildirim di sala 1994’an de li Mêrdînê hat girtin mehek û nîvê di îskencê de ma û paşê bi hinceta derxistina dadgehê ji qereqolê derxistin û birin wenda kirin. Hîna aqubeta Sefura ya ku bi mitewazî û berxwedana xwe di binhişiya mirovan de cîh girtiye ne diyare.
Yek ji bûyerên rêxistina mafê mirovan ne li gorî pîvanên mafê mirovan dibîne di salên 1990’an de li Kurdistanê girtin û wendakirina mirovanbû. Di rapora ku ÎHD’ê amadekirî de bi hezaran mirov hatine girtin, ji nas, dost, malbat û heskiriyên xwe hatine durxistin, qetilkirin û di gorên komî de hatine veşartin. Wendayên her yek ji wan xwediyê çîrokek cuda yek ji wan jî Sefure Yildirim (Hewi) ye. Çîroka Sefure ji gundê Serêkaniyê yê girêdayî Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê despêdike. Di sala 1991’an de dema ku şer û tundî li herêmê gelek zêde Sefure li gel heval û xizma xwe Emîne Yildirim beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Her du hevalên hev yên bi hev re derketin rê Emîne li Amedê û Sefura jî li Mêrdînê dest bi xebatê dikin. Emîne ya kul i Amedê dixebitî di sala 1993’an de tê girtin û cezayê muebetê digire.
‘Ew hîna neqetiyaye …’
Sefura 3 mehan li Mêrdînê gund gund geriya û xebatên xwe birêve bir. Sefura ya ku gund gund digeriya din ava demek kin de bi mitewaziya xwe dihat naskirin. Ew rojên Sefura bi helwesta xwe ya bê westan bi solek qetiyayî bi telaşa ku tuştekê bide mirovan dixebitî. Yên ku Sefura nasdikirin jêre dibêjin: “Sola te kevne tu biguherê dê başbe.” Sefura dibêje: “Hîna sola min ne qetiyaye, heya neqete ezê bixebitînim.”
‘Bênavber îskence’
Tam di wan rojan de di qezayekê de lingê Sefura dişikê. Ji bo ku balneyê kişandin Sefura neçu tedawiyê. Sefura li gundekê dima û li wê bi alîkariya gundiyan û bi xwe tedawiya xwe dikir. Di serdegirtinek ya gund de Sefura bi birîndarî tê girtin. Sefura li gel hemû mêrên gund digirin binçavan û dibin qereqola leşkeriya Mêrdinê û li wê mehek û nîvê gelek îskenceyên giran dît. Yên di sala 1994’an de li gel Sefura hatine girtin diyar kirin ku ewê di jiyana xwe de berxwedana wê ji bîr nekin.
‘Di îskencê de moral dida’
Piştî 3 rojan gundiyan berdidin lê Sefura mehek û nîvê dibin îskencê de dimîne, we hemû gundiyan nasdike lê bi berxwedana xwe bêdengiya xwe diparêze û ser kesê nade. Yên wêdemê li gel Sefura hatin girtin wiha gotin: “Di dema binçavan de Sefura din ava beteniyekê de bê hal anîn gel me lê bi helwesta xwe ya berxwedêr ji me re digot: ‘Bêdeng bin tuşetekê nebêjin.’ Di wî halê xwe de jî moral û hêz dida me.” Di 31’ê tebaxa sala 1994’an Safure bi hinceta dê bibin dadgehê ji qereqolê bi halê wê yê birîndar ve birin û carekdinê xeber jênehat girtin.
‘Li mezarê Sefura digerin’
Piştî wendabûna Sefura bi salan bavê wê li ber qereqolê û dadgehan li şopek wê digeriya. Ji ber li şopa zaroka xwe digeriya bavê wê hat girtin û salek di girtîgehê de ma. Malbata Sefura ya k udi lîsta ÎHD’ê ya wendayan de ji hezaran yeke ji bo testa DNA yê serî li dozgeriyê dan. Hîna ji bo hewildanên dîtina hestiyên keça xwe di gerin lê tu xeber tuneye.
(zt)

