Dayîkên aştiyê bang li malbatên zarokên wan di nav çeteyên DAIŞ'ê de kirin
10:00
JINHA
RIHA - Dayîka Aştiyê Hanîfe Demîr bang li malbatên zarokên wan di nava çeteyên DAIŞ'ê de cih digirin kir û wiha got: "Zarokên xwe neşînin vi riya şaş û pis. Wan beralî riya mafdar a aştî û birayê bikin. Heke di wê rê de jiyana xwe ji dest jî bidin hûn pê serbilind bin û fedî jê nakin."
Çeteyên DAIŞ'ê bi hovîtiyên kirin di nava gel de tirs pêk anî û di 15'ê îlona 2014'an de bi çekên giran êrîş li Kobanê kir lê li hemberî berxwedana mirovahiyê têk çû. Çeteyên li her aliyê cîhanê hatin ji bi li hemberî kurdan şer bikin bi çekên giran dest bi êşê kirin û lê di serî de li Kobanê li Rojava û Şengalê têk diçin. Dayîka Aştiyê Hanîfe Demîr bang li malbatên zarokên wan di nava çeteyên DAIŞ'ê de cih digirin kir û wiha got: "Zarokên xwe neşînin vi riya şaş û pis. Wan beralî riya mafdar a aştî û birayê bikin. Heke di wê rê de jiyana xwe ji dest jî bidin hûn pê serbilind bin û fedî jê nakin."
'Bila ew bên riya rast'
Hanîfe anî ziman ku weke dayekî aştiyê berî her tiştî cihanekeî bêşer û aştiyane dixwazin û wiha axivî: "Dibêjin ji ber kurd misliman nîn in êrîşan dikin. Lê hemû kes dizane ev yêk derew e. Kê ev yêkê ji wan re gotibe derewan dike. Bila ew bi xwe bên riya xwedê û riya rast. Ji ber ku kurd di riya rast û mafdar de ne Xwedê li cem wan e. Em ji li cem zarokên xwe ne. Ji bo me êdî veger tuneye. Em dê her tim pêş de biçin."
'Malbat xwedî li cenazeyên xwe dernakevin'
Dayîka Aştiyê Halîme Aslan jî diyar kir ku hevserê xwe di vê têkoşînê de winda kir, du zarokên wê di nava HPG'ê de ne û zarokekî wê jî li sirgûnê ye û wiha axivî: "Ez bi wan serbilind im û bi serbilindî digerim. Zarokên me di riya bi rûmet de jiyana xwe ji dest didin û ji ber vê yêkê em xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Em xwedî têkoşîna zarokên xwe yên di vê riyê de jiyana xwe ji dest dan derdikevin. Tenê li Kobanê hezaran çete hatin kuştin. Gelo xwediyên wan û malbatên wan tunene? Di riyekî ewqas hov de ne malbatên wan jî xwedî li wan dernakevin. Xwedî li cenazeyên wan jî dernakevin."
(zt)

