Piştî nivîsandin 'Niha nebe kengî' tevlî refên berxwedanê bû
10:08
JINHA
RIHA - Nivîsên li ser dîwarên li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê, ji nivîsên li ser dîwêr wêdetir, rastiyeke dîrokî radixe ber çavan. Jineke ciwan a nobedara sînor, piştî ku li ser dîwarê maleke li gundê Mehserê nivîsa "Niha nebe kengî, ne tu be wê kî be? Rabe tu jî beşdar bibe" nivîsand, heman piştî nivîsandinê sînor derbas kir û tevlî refên berxwedanê bû.
Berxwedana dîrokî ya li Kobanê, bi operasyonên paqijkirina gundan dewam dike. Şopên li gundên li ser sînor ên ji gelek çîrokan re şahidî kirine, têra kurteberkirina pêvajoyê dikin. Nivîsên li ser dîwarên li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê, ji nivîsên li ser dîwêr wêdetir, rastiyeke dîrokî radixe pêş çavan. Jineke ciwan a nobedara sînor, piştî ku pêr li ser dîwarê maleke li gundê Mehserê nivîsa "Niha nebe kengî, ne tu be wê kî be? Rabe tu jî beşdar bibe" nivîsand, heman piştî nivîsandinê sînor derbas kir û tevlî refên berxwedanê bû. Jinên nobedarên sînor diyar kirin ku jina ciwan a jê re digotin "Heval" piştî nivîsa xwe ya li ser dîwêr qedand bi gotina "Hêza xeyalê li ser desthilatdariyê ye, ez jî diçim dibim hevparê desthilatdariyê" derbasî Kobanê bû. Jinan dan xuyakirin ku hebûna jinên ciwan li nava refên YPJ'ê ji bo jinan gelekî watedar e û destnîşan kirin ku ew ê xwedî li vê dirûşma jina ciwan ji wan re hiştiye, derkevin.
(zt)

