'Tofana Nuh bû hat û çû!'

10:16

 


JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîş li ser gundên Kobanê kirin gelek welatiyên ku naxwazin axa xwe biterikînin ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Apê Îso Berkel jî 4 meh û nîv in di destên çeteyan de bû û got ku çeteyên DAIŞ’ê gelek zilm li ser wî kiriye û herî dawî neçar maye û derbasî Pîrsusê bûye diyar kir ku tiştên ku qewimî wekî “Tofana Nuh” bûye hatiye û çûye.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê û gundan kirin gelek welatiyên ku axa xwe derneketin jî ketin destên çeteyan. Yek ji wan jî welatiyê bi navê Îso Berkel e. Îso Berkel (80) da zanîn ku ev 4 meh û nîv in di destên çeteyên DAIŞ’ê de ye. Îso got ku dema çeteyan êrîş li ser gundê wan kirî hemû kes reviyane lê wî gundê xwe neterikandiye. Îso diyar kir ku bi sedema şikestina çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê çeteyên li gundan dimînin ditirsin û ji ber wê tirsê jî êrîşê li ser hemû kesî dikin. Îso got ku çeteyan gelek caran çavên wî girtîne û gefên kuştinê lê xwarine û ew jî neçar maye û vegeriya konbajarê Rojava yê bi aliyê şaredariya Pîrsusê ve hatî vekirin.

‘Min got ez welatê xwe bernadim’

Îso got ku dema ku çete hatin gundê wan hemû tiştên wan talan kirine û wiha axivî: “Kurê min ji min re got em ê biçin lê min jê re got ez heta bimirim welatê xwe bernadim. Min got an mirin an jî ji gundê xwe dest bernadim. Çete bi 5 çekên doçkayê û bi tanqa ketin di nava gundê me. Her der hilweşandin û yek bi yek hemû der bi taviran ve şikandin û çi tişt tê de be hemû birin. Pîvazên me, cilên jinan û heta solên kevin jî dibirin. Min jê re got şerm e hûn çima cil û bergên jinan dibin. Ji min re gotin ne axive tu nemisilmanî.”

‘Bi kuştinê gef li min xwarin’

Apê Îso got ku zilmeke mezin dîtiye û gelek caran çeteyan gefa kuştinê lê xwarine û wiha berdewam kir: “ Her tim cihê min di guherîn. Her carekê ez dibirim gundekî û piştre ez dianîm malê. Her tim hejmar dihat guhertin. Carekê 9 kes, carekê 10 û hewd. ji min re digotin ku gelê we çûne kû derê. Min jê re digot çûne Şamê dixebitin. Her tim digotin çeka te li kû ye? Min jê re digot ku çeka min tuneye lê bawer nedikir û gefên kuştinê li min dixwarin.”


‘Ev çete nemisilman in’

Der barê jiyana xwe ya rojane Apê Îso da zanîn ku bi tene serê xwe di nava malê de rûdinişt û wiha pê de çû : “ Min nimêja xwe dikir lê ji min re digotin hûn kurd ne misilman in. Min got ez çawa ne misilmanim? Ez nimêja xwe dikim û şertên misilmantiyê bi cih tînim, hûn nemisilman in tiştên hûn dikin tu misilman nakin. Lê çek xist serê min çavên min girtin û gotin em ê te bikujin. Ev çeteye Xeyberî ne, ne îslam in, namûsa wan nîne. Ola Xeyberiyan nîne.”

Der barê pirsên çeteyên DAIŞ’ê de jî Îso got ku pirsa zarokên wî jê kirine û wiha berdewam kir: “ Min jê re got zarokên min çûne dixebitin. Min negot ku zarokên min di nava şervanan de ne. Belê zarokên min biçûk in lê bila di nava PKK’ê de mezin bibin. Ez bi vegerîna vê dere kêfxweş nebûme. Min axa xwe berda û ez hatim ji ber wê jî ez ne kêfxweş im. Heta gundê min PKK ango Apocî nekeve kêfxweşbûna min tune ye. Temenê min 80 ye ez nikarim şer bikim lê ez bi şervanên YPG û YPJ’ê pir kêfxweş im. Ger dest û piyên min bigirta ez ê tevli şervanan bûma.

‘Piştî li Kobanê têk çûn ji gundan jî direviyan’

Apê Îso got ku piştî Kobanê bi aliyê şervanên YPJ/YPG’ê ve hat rizgarkirin çeteyên DAIŞ’ê pir ditirsyan û wiha got: “ Ev nemisilman in. Pêlavên me diziyan, mirîşkên me, pîvazên me û heta cewrikên kuçikên me jî di diziyan ma kesên misilman vê yekê dikin? Dema ku agahî girtî ku li Kobanê hatine şikandin pir tirsiyan. Heta wê rojê her tim dihatin û diçûn lê piştî Kobanê êdî tirsiyan nedikarîn bigerin. Bi lez û bez çi tiştên wan li gund be dibin û direvin. Dema ku ez di nava wan de ez tu car netirsiyam. Ez apê te me ma ez qet ditirsim? Ya ez dizanim qanûna wan qanûnekê gemar bû û min ev dît. Ger ez ji bo kurdbûnê bêm kuştin canê min feda be.”

‘Ereb wan derman dikin û alîkariyê didin çeteyan’

Apê Îso got ku dema çeteyên DAIŞ’ê dizî dikirin ku tiştên ku berhev kirin hemû dibirin firotin û dirêjî da axaftina xwe: “Erebên ku li wan der doran bi gişt alîkarî dida çeteyên DAIŞ’ê. Min ew qas hêvî dikir ku balafir lêxe lê lênexist. Makîneyên xwe sekinandin û hemalan bi xwe re girtin re zeytûn kom kirin û birin. Ereb alîkariyê didin wan. Derman dikin, birînên wan derman dikin.”

DAIŞ bênamûse bênamûse bênamûse’

Apê Îso got ku çeteyên DAIŞ’ê di nava qirêjiyê de nimêj dikirin û wiha berdewam kir: “ DAIŞ bênamûse, bênamûse, bênamûse. Her tim 2 rekaet nimêj dikirin û bi wan cilên gemarî û cihên qirêj yên ku nimêj lê nayê kirin, nimêj dikirin. Min ji wan re gote hûn çima jinan û zarokan direvinîn ma guneh nîne? Ji min re gotin ku neaxive em ê te bikujin.”


Apê Îso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Zilmekê ew qas mezin bû ku kurd heta sed salên din li ser xwe ve nayên. Qewmekê hov bû. Cilikên jina dibin, zarokan dikujin, mizgeftan xira dikin dibêjin em îslam in, tirbeyan xira dike dibêje ez îslam im, goran xira dike dibêje ez îslam im û dibêjin ku dewleta islamê! Nelet li ser wan, dewleta wan û îslama wan be. Xezebek bû, hat û çû. Tofana Nuh çawa çêbû hat û çû ew jî wekî tûfanê hatin û çun.”

(Kom/zt)