Kobanê îro ne xemgîn e, Kobanê îro rengîn e!

10:19

 


JINHA


RIHA - Li gundê Mehserê, Medya ya 12 salî ya ji Kobanê ku ji aliyekî ve firaxan dişo li aliyê din jî strana "Kobanê îro xemgîn e" distirê, dema dibîne bi makîneya wêneyan em nêzî wê dibin, bêdeng dibe. Piştî sohbetekê, bi hêviya roja vegera li Kobanê, strana xwe hinekî bi şerm lê bi dengekî xurt distirê. 

Zarokên ji Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man bi malbatên xwe re bên gundê Mehser ê Pirsûsê, li gel temenê xwe yê biçûk jî hînî jiyana zor û zehmet dibin. Medya ya 12 salî ya ji Kobanê, ku ji aliyekî ve firaxan dişo li aliyê din jî strana "Kobanê îro xemgîn e" distirê, dema dibîne bi makîneya wêneyan em nêzî wê dibin, bêdeng dibe. Medya ya berî 4 mehan bi malbata xwe re hat Mehserê, piştî sohbetekê, bi hêviya roja vegera li Kobanê, strana xwe hinekî bi şerm lê bi dengekî xurt distirê. Dibêje "Kobanê îro ne xemgîn e, Kobanê îro rengîn e."

(zt)