Her gundek Kobanê ye

10:40

 


JINHA


KOBANÊ - Bi berxwedana destanî re, gundên Kobanê yek bi yek ji çeteyan tên paqijkirin. Li gundê Gulmitê, em li Kobanêyeke biçûk rast tên. Ji ciwanên gundê Gulmitê yên ji bo parastina xaka xwe tevlî nava refên berxwedanê bûne, heta Kurdistaniyên ji bakur ên ên bi sînorên bi destan çêkirî erdnîgariya wan hatiye parçekirin, heta têkoşerên komunîst ên mil dane berxwedana enternasyonalîst, heta parêzvanên jiyana azad ên ji kantonên din ên Rojava hatine û heta jinên YPJ'yî yên bi vîna xwe cîhan hejandin. Berxwedêrên her mal veguherandine mewziyekê, li gund dest bi avakirina jiyanê kirine.

Têkoşîna biryardar û enternasyonalîst a di di azadkirina Kobanê de hat meşandin, di çarçoveya pêngava duyemîn de gav bi gav digihêje gundan. Bi operasyonên bi coşa serketina navenda bajarê Kobanê re destpê kir, gelek gundên li rojhilat, rojava û başûrê bajêr ji çeteyan hatin paqijkirin. Em jî diçin gundê Gulmitê yê li başûrê bajêr e, ku lê pevçûn dewam dike. Gundê Gulmitê yê 10 kîlometre li başûrê bajêr e û di bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê de ye. Li vî gundî, em li Kobanêyeke biçûk rast tên ku bi berxwedana destanî re tarîtiya DAIŞ'ê hatiye definkirin. Ji ciwanên gundê Gulmitê yên ji bo parastina xaka xwe tevlî nava refên berxwedanê bûne, heta Kurdistaniyên ji bakur ên ên bi sînorên bi destan çêkirî erdnîgariya wan hatiye parçekirin, heta têkoşerên komunîst ên mil dane berxwedana enternasyonalîst, heta parêzvanên jiyana azad ên ji kantonên din ên Rojava hatine û heta jinên YPJ'yî yên bi vîna xwe cîhan hejandin.

Her mal mewziyek e

Coşa li gundê ji çeteyan hatiye paqijkirin, bi serketina azadiya Kobanê re bû ye. Li gundê Îdik ê 2 kîlometre dûrî vê derê ye, şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Morala bilind a şervanên di nava tevgerê de ne, balê dikşîne. Kenê li ser rûyê şervanên jin ên YPJ'yî, mizgîna serketinê ye. Li Gulmitê, ku gelek xaniyan zerar dîtine, şopa bombebarana balafirên koalîsyonê jî tê dîtin. Topek hatiye îmhakirin, bi vîncê ji gund tê derxistin. Fîşekên doçka yên hatin bidestxistin jî, ji aliyê şervanên YPG'ê ve tên birin û li cebilxaneya çekên li ser çeteyan hatine rakirin, tê bicihkirin. Li gund, her xanî veguheriye mewziyekê. Li dora agir sohbeta berxwedanê tê kirin. Berxwedêr, ku hem şênî, hem rizgarker hem jî parastvanên cewherî yên gund in, dest bi ji nû ve avakirina jiyanê li gund dikin.

'Beşdariya berxwedanê erkekî enternasyonalîst e'

Dema em dikevin hundirê xaniyekî li başûrê gund, em li şervanê YPG'ê Marcelo Francisco rast tên. Dayika Marcelo yê ji Îtalyayê hatiye tevlî YPG'ê bûye, ji Fasê ye. Marcelo diyar dike li Kobanê jiyana azad tê parastin û destnîşan dike ku tevlîbûna li berxwedana Kobanê erkeke enternasyonalîst e. Marcelo yê berî mehekê tevlî refên YPG'ê bû got, "Kobanê sosyalîst e, DAIŞ jî faşîst e. Li dijî faşîzmê meşandina têkoşîna sosyalîst ji bo min gelekî giranbuha ye." Marcelo da zanîn ku ewê bi operasyonên xwe re DAIŞê ji xaka azad derxînin û gotinên xwe bi dirûşma "Bijî Kobanê" bi dawî kir.

Banga tevlîbûnê li eniya berxwedanê ye

Hogir Bîlal ê bersiv da banga tevlîbûna berxwedan û pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê, pêr hat û tevlî YPG'ê bû. Hogir ê di dema destpêkirina êrîşan de ji bo demekê li ber xwe da û piştre çû Pirsûsê cem malbata xwe, li eniya başûr berxwedana xwe dewam dike û got, "Ji bo parastina gelê xwe û qadên jiyana xwe em li vir in" û bang li ciwanan kir.

Extiyarê eniya rojava jî Xalit Elî yê 52 salî ye. Xalit yê YPG'yî ku bi ciwanan re têdikoş e, Kobanê qet neterikandiye. Teysî û Mûhstafa Mûhammed ên YPG'yî, ku birayên hev in, xaka xwe qet neterikandine û bê navber têkoşîna xwe dewam kirine. Her du bira dibêjin, "Em xaka xwe, gundên xwe, zimanê xwe, jiyana xwe diparêzin."

(zt)