Cenazeyê Nezahat a leşkeran li sînor qetilkirî li Qamişlo hat definkirin
10:44
Sibat
1
/ 2015
JINHA
QAMIŞLO – Jina bi navê Nezahat Celal a rojavayî ya ji aliyê leşkerên tirk ve li sînor hate kuştin birin kantona Cizîrê û li bajarê Qamişloyê hate definkirin.
Jina bi navê Nezahat Celal a di 29’ê çileyê de dema xwet ji Kantona Cizîrê derbasî navçeya Cizîrê ya Şirnexê bibe ji aliyê leşkerên tirk ve li sînor hatibû qetilkirin. Cenazeyê Nezahat ji bo otopsiyê birin Amedê û li wir piştî karê otopsiyê ji aliyê xizmên xwe ve hate wergirtin û ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê teslîmî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Nezahat li bajarê Qamişloyê het definkirin.
(zt)
