Zarokên Kobanê li benda mama, şîr û bîberonan in
10:49
JINHA
RIHA - Kampanyaya bi navê "Dema tu ji bo zarokên xwe dikirî mameyek, şîrek û bîberonekî din jî bikire" a ji bo zarokên Kobanê hatî destpêkirin berdewam dike. Hate ragihandin ku melzemeyên di depoyan de li ber tunebûnê ne.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatiyên Kobanê neçar man koçber bibin û ji bo hewcehiyên welatiyên Kobanê bên dîtin li Kurdistan û Tirkiyeyê piştgirî hatin şandin. Hate ragihandin ku alkariyên hatin û di depoyan de bi cih kirin li ber xilasbûnê ne. Alîkariyên di bin pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Kobanê re tên komkirin ji bo bigihînin welatiyên Kobanê li garaja Şaredariya Pirsûsê û Depoya Awestayê tên komkirin. Her zêde niha hewcehî bi amurên taştê, bezên zarokan, dergûş, bîberon, şîr, derman û zexîr heye.
'Şîr û mamayê zarokan êdî li ber xilasbûnê ye'
Ji berpirsiyarên depoa navendî Halîl Akbaş diyar kir ku alîkarî ji aliyê şaredariyên DBP'î, HDP, rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên dixwazin bi Kobaniyan re piştevaniyê bikin ve tên û alîkariyên tên piranî ji madeyên zexîre yên giştî pêk tê. Halîl anî ziman ku alîkariyên tên kirin gelek kêm bûne û piştî konbajarê Şehîd Gelhad jî hate avakirin pirsgirêk zêde bûn. Halîl da zanîn ku êdî şîr û mamayên zarokan li ber xilasbûnê ne û divê alîkarî her tim bên kirin.
'Alîkarî her diçe kêm dibin'
Halîl bilêv kir ku ji roja ewil heya niha di depoyê de dixebite û alîkariyên hatin wekhev û bi riya komîsyonan hatin belavkirin û wiha got: "Di serî de mamayên zarokan û amûrên taştê û hewcehî bi zexîre heye. Piştî konbajarê Şehîd Gelhat jî hat vekirin barê me hêj bêtir zêde bû. Her diçe alîkarî kêm dibin. Alîkariyên têne ji kobaniyên li vir re nayên balavkirin ji Rojava re jî em rê dikin."
Kampanyaya 'Dema ji zarokê xwe re dikirî mama, şîr û bîberonekî din jî bikire' didome
Asli Saraç jî diyar kir ku kampanyaya "Dema ji zarokê xwe re dikirî mama, şîr û bîberonekî din jî bikire" 3 meh berê ji bo zarokên Kobanê hate destpêkirin hêj berdewam dike. Asli anî ziman ku zêdehî 20 hezar zarok li konbajaran dimînin û eleqeya li hemberî kampanyayê her diçe kêm dibe.
(zt)

