Figen: Berpirsyariya me ya gerdunî mezin bû
13:39
JINHA
AMED – Hevseroka Giştiya HDP’ê Figen Yuksekdag diyar kir ku jin êdî bi zimanê siyaseta gerdunî dipeyîvin û wan êdî dest bi xeta serkeftinê ya ji Kobanê heya Yunanistanê kirine û got: “Dê jin ji van serkeftinên xwe gav paş de ne avêjin. Ev ji bo hemû jinên cîhanê şansek yê hêz û baweriyê ye. Berpirsyariyek me ya van hemûyan nirxandinê heye.”
1’emîn Kongra Jinan ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve hatî li darxistin li Salona Werzîşê ya Peyasê berdewam dike. Di roja duyem de ji bo hilbijartinê despêkê komisyon hatin diyar kirin. Ji bo axaftinê despêkê Hevseroka Giştiya HDP’ê Figen Yuksekdag bi çepikan derket dikê. Figen da zanîn ku kongre di demek ya ji bo gelên herêmê kirîtîk de hatiye lidarxistin. Figen balkişand ser rol û tekoşîna jinên kurd li herêmê û wiha got: “Tekoşîna jinên kurd ya bi salan niha gihiştiye astek bilind. Ji ber ku em bûne hêzek ya ji hemû jinên cîhanê re pêşengiyê bikin, ji ber wê îro em li vêderê civiyane. Şoreşa jinên kurd têgihek dîrokiya ne tenê jinên kurd nûneriya dîrokekê dikiye. Em weke jin bi zimanê siyasetê yê gerdunî dipeyîvin.”
‘Heger jin nebe serkeftin jî nîne’
Figen anî ziman ku şoreşa jinan weke hêzek gerdunî dibin pêşengiya jinên kurd de derketiye pêş û wiha domand: “Wateya kongera me eve. Bi tayîbetî jî şoreşa jinê bi şoreşa Rojava û şoreşa Kobanê li berçavane. Azadiya civakê û azadiya jinan çiqas kiritike me bi şoreşa Rojava dît. Heger di navenda rêxistinekê de jin hebe, hêza siyasiya cewherî hebe ti artêşên bi hêz jî nikarin li hemberî wan li ber xwe bidin. Weke Şengal û Kobanê. Deskeftiyên mezin yên hatine bidestxistin me bi hev re şanaziya wê par kir. Ya ku ev serkeftin bi destxistiye şoreşa Jinan ya Rojavaye. Yên ku ev serkeftin pêşkêş kirine jinên li Şengal û Kobanê li ber xwedidin. Hebûna Arîn Mîrxan ne tesadufeke. Şihadeta heval Arîn bandora bûyîna şoreşa jinan ya rojavaye. Arîn bûye sembola Kobanê.”
‘Em di xala vengerê denin’
Figen bilêv kir ku wan xwe gihandiye serkeftinên wiha mezin ku êdî veger nîne û wiha berdewam kir: “Jinan bi serkeftinên xwe sînor derbaskirine û gihiştine xala venegerê. Di sed sala 21’an de artêşek ya pêşengiyê ji mirovahiyê re dike heye ev jî artêşa şoreşgerî û azadiya jinane. Jin li pêş dimeşin û vê meşa xwe jî berdewam dikin. Dê şoreşa jinan azadiya civakê diyar bike. Di serî de berxwedana Kobanê êdî nifşê me ji xetek ya azadiyê bilokek ya serkeftinê avakiriye. Êdî hemû gelên li Tirkiyê dijîn neçarin tercîhekê bikin dê li gel serkeftinê cîh bigirin yan na. Yan dê li hemberî her tiştî serî bitewînin yan jî dê beşdarî serkeftinê bibin.”
‘Serkeftin ya hemû jinane’
Figen destnîşan kir ku ew bi rêxistin kirin û hêza cewheriya jinan hatine astekê û wiha dom kir: “Ji bo pêşengîkirina pêşketinên mezin jin xwediyê sekin û helwestên mezinin. Baweriya me ya bi vê serkeftinê û hişmendiyê tame. Em neçarin ku şansê serkeftinê bigihînin pêşerojê. Serkeftina Kobanê ya hemû cîhanê ye. Serekftinên me yên heya niha divê em di çeperên berxwedanê de binirxînin û pêşde bibin. Divê em şansê serkeftinê yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi destê me keftî baş binirxînin. Me dest bi serkftinên xeta berxwedanê ya di Rojhilata Navîn de ji Balkanan heya Yunanîstanê dirêj dibe kiriye. Ev ji bo hemû gel û jinên cîhanê şanseke yê hêz û baweriyê didiye. Berpirsyariyek me ya van şansan baş nirxandinê heye.”
‘Tam dema em zanînên bi pêşeroja xwe re bibihînine’
Figen balkişande ser hilbijartinên 2015’an û wiha domand: “Em deskeftiyên kul i Tirkiyê dengeya siyasî çêkin dibînin. Hîna hilbijartênên 2015’an nehatine HDP’ê rojeva siyaseta Tirkiyê diyar kiriye. Îro êdî tabloya me ya siyasî hatiye guhertin. Ji bo em bi makroya siyasetê diyar bikin em hatin bahe. Em di pêvajoyek dîrokiya rast re derbazdibin. Vîna jinan ya ku îro li vêderê derkeve dê sazumaniya civakiya dîrokî û ruyê wê biguhere. Ez di wêbaweriyê deme nirxandinên îro li vêderê tên kirin dê rê li ber gelek serkeftinên mezin veke. Berpirsyariyek ya di hemû hucreyên rêxistinê de vîna jinan tê giritin û nîşandan li benda meye. Ji b ovan berpirsyariyan baweriya min tame. Tam jî dema em zanînên xwe veguhêzin pêşeroja xwe ye. Bila rêya we vekirî be.”
Piştî axaftina Figen kongre bi xwendina peyaman û nirxandinan berdewam dike. Dê piştî nîvro jî kongre bi nirxandina modelan û hilbijartinan berdewam bike.
(zt)

