Ji CENÎ’yê banga tevlîbûna li 8. Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan

00:05

 


JINHA


ALMANYA – Buroya Aştiyê ya Jin a Kurd a Cenî ku got “Em dixwazin xweşikayî û rûmeta jinbûyînê careke din bi herkesî re parve bikin”, bang li hemû jinan kir ku bi reng, slogan, raman û hestên xwe, tevlî 8. Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan bibin.


8. Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jin a Kurd a Cenî ve tê organîzekirin, îsal di 16’ê hezîranê de, li bajarê Gelsenkîrchen a Almanyayê tê lidarxistin. Buroya Aştiyê ya Jin a Kurd a Cenî, ji bo tevlîbûna li 8. Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan, bang li hemû jinên cîhanê kir. Hate diyarkirin ku 8. Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan, çalekiya hevdîtina jinên kurd ên li Ewropayê dijîn, a çandî, civakî, ramanî, hunerî û siyasî ye. Hate aşkerakirin ku ev mîhrîcan dê bi armanca “parvekirina hilberînên ku jinên kurd û ji gelên din, bi keda xwe ya ramanî û pratîkî derxistine holê” bê lidarxistin. Buroya Aştiyê ya Jin a Kurd a Cenî, ragihand ku mijara bingehîn a mîhrîcanê, dê ‘Pêngava Netewî ya Êdî Bes e’ ya ku jinên kurd li hemberî ‘polîtîkayên tunehesibandin û tunekirinê didomînin’ be.


Bernameya mîhrîcanê wiha ye:


“Di beşa yekem a mîhrîcanê de, dê panel bê lidarxistin. Di panelê de, dê rastiya ‘komkujiya siyasî’ ya li bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk û desthilatiya AKP’ê ve tê meşandin, rewşa jin û zarokên girtî bên nirxandin. Di beşa çandê ya mîhrîcanê de jî, hunermendîn jin ên ji Kurdistanê û Tirkiyê bên, dê hest, bêrîkirin, berxwedan, hezkirin, hêrs û hesretên jinan, bi stranên xwe vebêjin.”


Cenî got ku “Em dixwazin xweşikayî û rûmeta jinbûyînê careke din bi herkesî re parve bikin” û bang li hemû jinan kir ku bi reng, slogan, raman û hestên xwe, tevlî 8. Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan bibin.


(gk/hp/ho)