Gundên berxwedêr li ser rêya Paramaz Kizilbaş hatin cem hev

13:58

 


JINHA


RIHA  - Berxwedana Kobanê di roja140'an de didome. Bi sedan welatiyê li ser rêya Papûra Paramaz Qizilbaş hatin cem hev şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. 

Piştî rizgarkirina navenda bajarê Kobanê, berxwedana rûmeta mirovahiyê bi operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina gundan ji çeteyan dewam dike. Li gundên Mehser û Miseynterê yên ji 15'ê îlonê û şûnde lê nobeda berxwedanê tê girtin, îro jî çalakgerên li her du gundan hatin cem hev û çalakiya zincîra ji mirovan lidarxistin. Çalakger li ser rêya di navbera her du gundan de, ku navê Papûra Paramaz Kizilbaş lê hatiye kirin, gihaştin hev û Kobanêya azad silav kirin. Di çalakiyê de ji bo kesê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Sedan welatiyê destê hev girtin, bejna xwe li ber Kobanê tewandin û rêza xwe pêşkêşî berxwedan û berxwedêrên mezin kir.

(zt)