Navê rêxistina jinan ya nû: KJA
15:40
JINHA
AMED – 1’emîn Kongra Jinan ya k udu rojin li Amedê berdewam dike girêdayî modelên rêxistinê nirxandinên giring hatin kirin û dê ji nah û pêde jinên kurd dibin banê Kangra Jinên Azad (KJA) de xebatên xwe berdewam bikin. KJA ya kut ê wateya hevpeyîmana ‘Zagonên Jinan’ dê ji niha û pêde xebatên xwe berdewam bikin.
1’emîn Kongreya Jinan bi duruşma “Civaka demokratîk û Kurdistanî” bedewam dike. Di kongrê de biryara ku bi modela nû rêya xwe berdewamkirinê hat girtin. Ji niha û pêde dê jinên kurd dibin banê Kongra Jinên Azad (KJA) ê de xebatên xwe berdewam bikin. Ji delegeyên Kongrê Yuksel Genç girêdayî guherîna nav nirxandin kir û diyar kir ku ewê bi hevpeyîmanek nû xebatên xwe berdewam bikin.
‘Kongra Jinên Azad dê weke navê xwe azad bêjiyîn’
Yuksel wiha axaftinên xwe berdewam kir: “Heya niha xebatên hatine kirin ya herî giring jî hevpeyîmana kongra jinane. Her wiha ji bo erêkirina zagona jinan erêkirina belgeyan û nirxandina wanbû. Bi hevpeyîmanek serkefti jinan xwe di kongrê de îfade kirin. Hevpeyîmana kongra jinan di biryarê re derbasbû û bi hevpeyîmanek nû dê rêxistina jên dibin banê Kongra Jinên Azad (KJA) ê de xebatên xwe birêve bibin.”
‘Bi nirx û giran bûhaye’
Yuksel da zanîn ku kongre bi tevlîbûnek bi hêz hatiye li darxistin û wiha domand: “Beriya her tiştî kelecana serkeftina Kobanê bandorek mezin li kongrê jî kir. Divê çepikên herî mezin ji bo berxwedana Kobanê hevalên me yên jiyana xwe jidest dayî û serkeftina Kobanê be, her wiha ji bo Asya Abdullah ya ji Rojava hatî û diya Suphi Nejat Agirnasli be. Ez van gelek bi nirx û giranbûha dibînim.”
‘Dê li her qadê xebat bên meşandin’
Yuksel navê nû û kongrebûn dê ji bo hemû rêxistinên jinên cîhanê giring dît û wiha berdewam kir: “Em bi hêviya dê kongra jinên azad weke navê xwe azad jiyan bike. Ji qadên ekonomi, siyasi heya jineolojiyê me girêdayî hemûyan emê ji niha û şunde bi hevpeyîman û perspektîfên çawan tevgera xwe berdewam bikin me nirxandin kirin. Ez KJA ya ku berî niha kêliyekê hatî îlankirin l ime tevan pîroz dikim û bi hêviya pêşerojek azad xebitînê.”
‘Jinan bi gelek zimanan nirxandin kirin’
Hevşaredara DBP’ê ya Îdirê Şaziye Onder jî got: “Hemû jinên ji welatên cuda hatîn bi kelecanek mezin kongre şopandin. Em kongereyek navnetewî li dardixin. Ev tenê ne kongreyek ya jinên kurd digire nava xwe ye. Îro xwendina peyaman û nirxandin hatin kirin. Hatina jinan ji welatên cuda mirov dikare weke gava yekem ya xweseriya demokratîk binirxîne.”
Şaziye anî ziman ku tevgera wan dê ji niha û şun de bi kîjan rêbazan tekoşîna xwe bidomînin nirxandin hatin kirin û wiha got: “Kongra me hat li darxistin. Me hevpeyîman lidarxist û ji niha û pêde jî emê ser vê rêyê berdewam bikin. Emê li her deverê, her kolna û her taxan tekoşîna xwe berdewam bikin. Dê hemû dengên jinan di kongra me de bibin yek. Heya niha dibe ku em zêde Kurdistanî mabin lê ji niha û şun de emê li Kurdistan û Tirkiyê xebatên xwe berdewam bikin.”
‘Di roja duyem ya kongrê de jinan zagona xwe avakirin’
Hevseroka Navenda DBP’ê ya Dêrsimê Melek Dolaz diyar kir k udi roja duyem ya kongrê de jinan avakirina zagonên xwe nirxandin û wiha berdewam kir: “Bi rasthatina azadiya Kobanê re li darxistina kongreyê xwediyê wateyek cudaye. Hemû biryarên jinan girtin giyanek giring avakirin. Heya niha jinan karên di aliyê civakî, siyasi û zagonî de kirîn bi rexnedan nêzbûn. Ev xalek giringe. Her wiha li Kobanê îdolojiya xelasiya jinan ket jiyanê vê li her çar aliyên welat bandorek mezin kiriye. Ev nexşerê dê ji bo xebatên dema pêş rênîşandanek giring be. Di kongrê de ji bo zêdetir pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin zêdetir em weke jin lê xwedîderkevin û tekoşîna wê bidin di weke biriyar di kongrê de derket. Hinek jî bi tevlîbûn û kelecan bû.”
(zt)

