Vesile tevayî jiyana xwe bi tekoşînê derbaskir
09:42
JINHA
AMED – Vesile Bulut ya ku dema gundê wan hatiye xirakirin neçar mane koçî Amedê kirine. Vesile niha 66 saliye, li navçeya Rezan li gel keça xwe di malek ya xirabe de dijî. Vesile ya ku tevahî jiyana xwe bi zoriyan derbaskirî li gel hemû zoriyan û temenê xwe yê mezin tekoşîna jiyanê dide.
Jiyana Vesile Bulut ya kul i taxa Hasiri ya navçeya Rezan ya Amedê dijî weke ya her jinek kurdistanî çîrokek ya şere. Vesile li gel temenê xwe yê mezin û zoriyên jiyane jî hewil dide tekoşîna jiyanê bide. Bi hilberînên xwe yên ku tenê zarok dikarin bigirin hem li xwe, keça xwe û hem jî li kurê xwe yê di girtîgehê de ye dinêre.
‘Jiyana min hemû bi êş derbasbû’
Dayika Vesile Bulut wiha axivî: "Kurê minê 30 salî ji aliyê dewletê ve hat girtin 13 sal û nîv cezayê girtîhê lê hatbirin û gelek îşkence lê hatine kirin. Kurê min ê din ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ez bûka xwe û 2 neviyên xwe li gel keça xwe ya mezin dimînin.” Dayîka Vesile da zanîn ku wê dikanek biçuk vekiriye û bi deskeftiyên ji wê digire debara xwe û neviyên xwe dike û wiha berdewam kir: “Di malê de tenê ez dixebitim, ji derveyî min kesê alîkarî ji der ve bide me nîne. Rojane ez qasî 10,15 TL yan bidest dixim. Jiyana min hemû bi êş derbas bûye. Her çendî bi êş jî be em li gel hemû zoriyan jiyan xwe berdewam dikin.”
‘Bi malbatî me gelek êş jiyan kir’
Vesile ya 66 salî di derbarê çêroka jiyana xwe ya hem bi êş û hem jî li hemberî wan êşan berxwedêr wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em tu curan jî poşman ne bûne û poşman ji nabin çî dibe bilabibe emê tekoşîna xwe ya jiyanê berdewam bikin. Jinên kurd bi zehmetiyan re hertim ru bi ru mane lê tu caran ji serê xwe li hember desthilatdaran netewandine û na tewînin jî. Ji ber wê jî emê her dem ser vê kevneşopiya jinên kurd jiyana xwe berdewam bikin.''
(ae/zt)

