Li Bismilê navnîşana jiyana nû ya jinan: Nujîn

10:21

 


Nurcan Yalçın/JINHA


AMED – Navenda Jinan Nujîn ya ku ev 6 salin xebatên xwe birêve dibin di aliyê aborî, civakî û her aliyî de ji bo jinan navnîşana çareseriyêye. Di 10 herêmên cuda de kurdan didin, li gel perwerde û bi hişmendî kirina jinan şêwirmendên malbatî û derunî jî hen.


Li Bismilê demdirêje di rêveberiyên herêmî de temsîlyeta jinan heye. Navenda Jinan Nujîn jî ji sala 2009’an ve despêkiriye, lê bi awayek fermî hatiye vekirin û heya niha bê navber xebatên xwe berdewam dike. Li navenda ku jin eleqeyek mezin nîşan didin kursên weke komputer, xaringeh, kuafur, hunerê dest, nexş, trikotaş, werzîş, inglizi û kurdî bi giştî di 10 şaxan de kurs tên dayîn. Girêdayî daxwazên jinan di aliyê civakî, aborî û her qadan de perwerde tên dayîn. Li gel wan pêşandana sînevizyonan û çalakiyên çandiyên bi awayê cuda jî berdewam dikin. Nujîn ji bo jinên xwendekar pirtûkxane vekiriye, ji bo amadekariyên lîse û zanîngehan alîkariyê didin.


Li Bismilê sazumaniya malbatên fewdal gelek zêdeye


Ji xebatkara Navena Jinan Nujînê Leyla Ete diyar kir kul i navçeyê Nujîn cihek yê bêhinstandinê ye ji bo jinan û wiha got: “Ji bo jinên serlêdan dikin çî ji destê met ê em dikin. Bi giştî 10 kursên me hene. Ev kursane hinek bi awayê kursîne û hinek jî weke perwerdê tên dayîn. Jin herî zêde girêdayî zayendiya civakî û tenduristiya jinan perwerdê dibînin. Pirsgirêka jinên Bismilê ya herî mezin derneketina derveye. Malbat ji ber sazumaniyên xwe yên fewdal ji derketina jinan ya derve û tevlî xebatên civakî bûna wan ditirsin. Yên vê sazumaniyê dişkênin û tên dikevin nava xebatan bi rastî em dikarin wê şanaziyê di ruyê wan de bibînin.”


Dibin bersiva daxwazên jinan  


Leya da zanîn ku jin eleqeyek mezin nîşanî kursan didin û wiha domand: “Em din ava hefteyê de du rojan pêşandana sînevisyonê dikin. Piştî bi dawîkirina kursan em diçin gerê. Em di dawiya xebatên her salê de kermesan vedikin. Jin bi rehetî dikarin bên gel me serlêdan bikin. Ji bo daxwaz û talebên wan çî ji destê met ê em jî dikin. Heger bi kêmanî jî be em bikarin ji bo wan bibin alîkar em şanazin.”


‘Jin dahatê ji bo xwe dikin’


Ozlem Arslan ya kul i Navenda Jinan Nujîn perwerdeya hunerê dest dide jî wiha axivî: “12 jin beşdarî kursa min dibin. Li vêderê tuşta hîndibin di her 4 mehan de bi vekirina kermesan pêşkêş dikin. Di wan kermesan de jin hunerên xwe yên dest difiroşin û dahata wan jî ji bo xwe dibin. Ez jî ji bo tuştekê bidim wan gelek kedê didim. Dibe ku di serî de hinek ji bo wan zor be, lê piştî hîn dibin pir baş çêdikin û j imin jî baştir çêdikin.”


Ji bo xebitîna waneyên xwe xwendekar tên navendê


 


Pinar Balabam ya kul i pirtûkxaneya Navenda Jinan Nujîn wane dixebit diyar kir ku ev 4 salin ew li lîseya Bismilê dixwîne û got: “Em bi rehetî dikarin bên navendê û waneyên xwe bixebitin. Em li vêderê ne tenê waneyan dixebitin, di heman demê de ev navendek me ya xizmetên civakiye. Her kesên dixwazin li cihek bêdeng û germ wane bixebitin bila bên vêderê bixebitin.”


 (zt)