‘Jin pêşengên rastiya civakê ne'
10:33
JINHA
RIHA - Welatiya bi navê Leyla Omer a li wargeha Şehîd Gelhat dimîne der barê berxwedana jinan a Kobanê de axivî û diyar kir ku jinê bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rastiya xwe dîtiye û jiyana koletiyê ji holê rakiriye.
Welatiya bi navê Leyla Omer (32) a li wargeha Şehîd Gelhat dimîne der barê cihê jinê yê di felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan de axivî. Leyla got ku 5 hezar sale jin di bin hişmendiya mêr de hatiye tinekirin û bi saya felsefeya Rêberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinê heqîqeta jiyanê dîtiye û bi vê felsefeyê re li hemberî hişmendiya mêr li ber xwe dide. Der barê berxwedana Kobanê de jî Leyla da zanîn ku şervanên YPJ/YPG'ê li hemberî hişmendiya mêr û qirkirinê li ber xwe didin. Leyla diyar kir ku berxwedana Kobanê parastina rûmeta mirovahiyê ye û her wiha hebûn û nebûna gelê kurd e.
'Gelê kurd di 19'ê tîrmehê de rastiya xwe dît'
Leyla got ku gelê Kobanê di 19 Tîrmehê de azadiya xwe dît û wiha axivî: "Gelê kurd rastiya xwe dît. Rejîma Esad gel bi tevahî elimandibû koletiyê. Li hemberî vê hişmendiya rejîmê, gelê kurd di 19 Tîrmehê de hêza xwe di şervanên YPJ/YPG’ê de dît. Dît ku gelê wan xwedî nasnameyekê qewîne û bi felsefeya Rêber Apo şiyar bû. Gelê me êdî azadî nas kir, tama azadiyê girt û azadî bi vê berxwedanê ve bi gelan hate naskirin. Heta 19'ê tîrmehê jî zarokên gel ji bo ereban ked dida û her wiha di bin zilmê de bû. Lê bi şoreşa 19'ê tîrmehê re gel êdî pirsa keda zarokên xwe kir."
'Jin pêşengên rastiya civakê ne'
Leyla da zanîn ku jin pêşenga civakê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin beriya her tiştî dayik bû. Çeka xwe hilgirt û zarokên xwe hembêz kir. Digot cudahiya Kobanê û zarokê min ji hev nîne. Di şoreşa Kobanê de jinê rola xwe ya di cîhanê de jî lîst. Hem dayika Kobanê bû hem jî dayika şervanan bû. Hem parastina xwe dikir hem jî xwedî li parastina cewherî derdiket. Jin pê doza Şîlan, Viyan û Zelalan bû. Jinê digot ku jinên ku bi dehan salan de li ser çiyayên Kurdistanê şer dikin em bi keda wan ve girêdayîne. Jin hem pêşenga civakê hem jî ya rastiyê bû.”
Leyla got ku berxwedana jinê ne bi tenê li Kobanê li her çar perçeyên Kurdistanê bandorek pir mezin kiriye û wiha pê de çû: “ Hêza jinê ya ku li Kobanê derketiyê holê hêza xwe ji hunera di nava dile wê de bû. Hunera di nava dilê xwe de derxist holê. Di dîrokê de mêr her tişt dihat hesibandin û jin wekî ‘tine’ dihat nasîn. Jiyan bi tevahî li jinê hatibû qedexekirin. Lê rastî hemû jî di hindirê dayika de veşartiye. Jin jî pir girêday felsefeya Rêber Apo ya di hindirê wê de hatiye çandiye. Rêber Apo jin bi çav kir û jina ku ne di bihîst jî bi guh kir.”
'Ez azadiya jinê ligel her kurdekê dibînim'
Leyla da xuyakirin ku azadiya jinê di her tiştê azad de heye û wiha got: "Ez azadiya jinê ligel her kurdê azad, mirovê azad, li gel her welateke azad dibînim. Cihê ku jin tê de bijî wê her tim azadî lê be. Yê ku nirxan di afirîne û di parêze jin e, yê ku li xwedî keda azadiyê derdikeve jine û yê ku rêbertiya xwe azad bike jî dê bibe jin. Ka çawa berxwedana Kobanê hemû sînor ji holê rakirin jin jî hemû zinciran bişkîne û sînorê koletiyê ji holê rake. Ez azadiya xwe di Kobanê de dibînim, ez azadiya xwe yê ku dibêje ez deyndarê welatê xwe me de dibînim.”
Leyla der barê berxwedana Kobanê de got ku hemû mirovahiyê rastiya xwe di Kobanê de dît û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Qirêjiya hemû cihanê li Kobanê kom bû û êrîş kir. Lê bi berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê re Kobanê ji wê qirêjiyê re bû goristan."
(kom/zt)

