Ji pênûsa zarokan rengê şer û berxwendanê

10:41

 


JINHA


RIHA - Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di temenê xwe yê biçûk de rastiya şer nas kirin û bi bedenên xwe yên zarokatiyê re hewl didin li dijî zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe bidin, rastiya jiyana xwe bi wêneyan nîşan didin. Zarok, cudahiya şer û lehengiyê bi wêneyên xwe yên bi pênûsên rengîn xêz dikin re, vedibêjin. Li ser nivîsên "Kobanê", "Bijî Serok Apo" yên di wêneyan de, fîgurê rojê balê dikşîne. Hemû xêzikên li ser DAIŞ'ê jî bi awayekî balkêş, bi boyaxên reş hatine çêkirin.

Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê, şopên şer li gel xwe anîn. Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di temenê xwe yê biçûk de rastiya şer nas kirin û bi bedenên xwe yên zarokatiyê re hewl didin li dijî zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe bidin, rastiya jiyana xwe bi wêneyan nîşan didin. Beriya 50 rojî endamê Xebatên Anarşîst Şoreşger Gurşat Ozdamar hat gundê Mehserê, pênûsên rengîn da zarokan û ji wan xwest, wêneyan xêz biin. Zarokên Kobanê û Mehserî jî cudahiya şer û lehengiyê ya di bîra xwe de, bi van pênûs û boyaxên rengîn çêdikin. Zarokên ku li ser kaxiza wêne bi tîpên mezin û rengên kesk, sor û zer YPG, YPJ û HPG nivîsandin, balkêş e ku li ser nivîsên "Kobanê" û "Bijî Serok Apo" fîgurê rojê çêkirin. Hemû xêzikên li ser DAIŞ'ê jî bi awayekî balkêş, bi boyaxên reş hatine çêkirin.

Gurşat der barê xebatên zarokan de agahî da û anî ziman ku hem zarokên ji Kobanê hem jî yên ji Mehserê, bandora şer yekser jiyane. Gurşat da zanîn ku wêneyên zarokan çêkirine, hiş û nêrîna wan tînin ziman û got, "Min jî dixwest, wêneyên cuda, cîhanên cuda karibin xêz bikin. Lê nikarin ji rastiyê dûr bikevin." Gurşat got, "Ji bo zarokên van zarokan heman wêneyan çênekin, bar dikeve ser milê me. Min ji zarokan xwest xwe îfade bikin. Cîhaneke çawa dixwazin, min xwest, vebêjin."

Gurşat ragihand ku wêne, parçeyek ji fêmkirina cîhana zarokan e û got, "Mirovên tên vê derê, bi temaşekirina li van wêneyan re dikarin cîhana zarokan bibînin. Armanca bingehîn a vê xebatê ev e." 

'Gelek karên bên kirin hene'

Gurşat da zanîn ku mexdûrê herî mezin ê şer zarok in û banga jêbirina şopên şer û ji nû ve avakirina Kobanê kir û got, "Li vê derê gelek kar hene ku divê werin kirin." Gurşat wêne bi zarokan re li benê kinc li ser tê raxistin, raxist û anî ziman ku pêşangeh wê heta nobeda li ser sînor dewam bike, vekirî be.

(zt)