Vuyiwe: Rêya azadiyê dirêj e
14:29
JINHA
AMED - Parlamentera Lîga Jina û Berpirsyarê Xebatên Jinê ya Kongreya Başûrê Afrîkayê ya Netewî (ANC)Vuyîwe Hanî, diyar kir ku, jinên reşik di têkoşîna wekheviyê de li hemberî rejîma Apartheîd bi lebatî cîhê xwe girtin lê bi têkçûna rejîmê pirsgirêkên jinan xilas nabe û got:'' Jinên Başûrê Afrîkayê gihiştin astekî giring lê têkoşîna li hemberî pergala baviksalarî divê hê xurttir were meşandin çimkî rêya azadiyê dijwar û dirêj e.''
Jinên Başûrê Afrîkayê di têkoşîna li hemberî rejîma Apartheîd de bi çalakî cîh girtin lê di heman demê de li hemberî zîhnîyeta mêran jî xebat dimeşandin. Bi vê berxwedana jinê û bi pêşengtiya Lîga Jinên ya ANC'ê îro makezagona herî demokratîk ya cîhanê hatiye damezrandin. Makezagona Komara Başûrê Afrîkayê ku mafên jinan kir bin ewlayi yê di 1997'an de ket meriyetê. Di esasên benda makezagonê de derbdayina yekemîn li ser dij netewperestî û zayendperestî ye. Di hilbijartinên 1994 an de ku yekemîn hilbijartinên azad hat çêkirin ANC, sedî 30 kotaya jinê derxist pêş û piştre ev rêje derket sedî 50'yî. Niha jî desteya wezîran ji sedî 45 jin in.
'Wezareta jinê ava kirin'
Di makezagonê de her çiqas mafê jinan were parastin jî ji alî şîdeta li ser jinê tê meşandin de Başûrê Afrîkayê li cîhanê cîhekî herî paşketî tê zanîn. Li gor îstatîstikan her nîv deqeyê de jinek rastî tecawizê tê.
Di cîhanê de rêjeya virûsa HIV herî zêde li Başûrê Afrîkayê tê dîtin. Tê texmîn kirin ku di 50 milyon nifûsê de 6 mîlyon kes barbira virûsa AIDS'ê ye. Jinên Afrîkayê li hemberî tundiya li ser jin û zarokan tê meşandin de ji bo hişmendîyek derkeve holê kampanyayê berfireh dan meşandin û herî dawî jî bi têkoşînek mezin pêşengtiya sazkirina Wezareta Jinê kirin.
'Em rihê wan digûhesînin qadên jiyanê '
Parlamentera Lîga Jina û Berpirsyarê Xebatên Jinê ya Kongreya Başûrê Afrîkayê ya Netewî (ANC)Vuyîwe Hanî, tecrûbe û rewşa tevgera jinê ya welatê xwe ji bo JINHA'yê nîrxand. Vuyîwe, ji ber têkoşîna ku li hemberî rejîma Apartheîd dimeşand heta sala 1994'an di sirgûn de jiyana xwe derbas kiriye. Vuyîwe, anî ziman ku ji malbata wê gelek kes di têkoşîna ya hemberî netewparestî de jiyana xwe ji dest daye. Yek ji wan jî Serokê Partîya Kominîst ya Başûrê Afrîkayê ku bi suîqastê hatîbu kuştin Chrîs Hanî ye û wîha got:'' em rihê wan yê berxwêdêr digûhesînin hemû qadên jiyanê.''
'Pirsgirêka herî lezgîn tundî ye'
Vuyîwe, anî ziman ku, jinên Başûrê Afrîkayê gavên gelek giring avêtine û serkeftî jî bûne lê rizgarbûyînek tevahî çênebûye. Em di civakek bavîksalarî de dijîn ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe bilind bikin.Vuyîwe axaftina xwe wiha domand: ''me mafê temsîlyeta jinê ya ji sedî 50'yî xist nava pergalê lê ji ber ku bingeha vê baş nehat ava kirin negihişt armanca xwe. Niha pirsgirêka me ya herî cidî û lezgînî jî şîdeta ya li hemberî zarok û jinê tê meşandin e. Ji bo çareserkirina vê di 2014' an de me kampanya da dest pê kirin.
'Pirsgirêkên me yê ji dema Apartheîd maye hene'.
Vuyîwe, diyar kir ku, kampanyaya ''tundiya li ser jin û zarokan re na' ya 15 rojan encamên giring dane u wîha berdewam kir: ne tenê tundiya li ser jin û zarokan ne destxistina aborîya jinê jî pirsgirêkek mezine ji bo me. Jinên rejîma Apartheîd dîtine pirsgirêkên wan gelek in. Wezareta me ya Jinê hê nû ye. Em plan û bernameyên xwe amade dikin û ji bo rizgarkirina jinê em dikarin çi bikin li ser vê mijul dibin. ''
'Bingehên me yê hevpar gelek e'
Vuyîwe diyar kir ku, tecrûbeyên wan yê têkoşînê û yê jinên kurd pir dişibin hev û got:'' Têkoşîna jinên kurd yê me ye jî. Bi rastî bingehên me yê têkoşîne yê hevpar gelek e û divê em hê zêde ji tecrûbeyên hevdû sûd bigrin''
(ch)

