4 hezar zarokên Kobaniyi karnamê xwe stendin

15:11

 


JINHA


RIHA - 4 hezar zarokên  Kobanîyî ku  li Pirsûsê bi cîh bûnin , perwerdehiya zimanê kurdî ya asta yekemîn qedandin û karnamê xwe stendin.


4 hezar zarokên  Kobanîyî ku li Pirsûsê bi cîh bûnin perwerdehiya zimanê kurdî ya asta yekemîn qedandin û karnamê xwe stendin. zarokên ku 5 mehin di konbajarên Arîn Mîrxan, Kobanê, Rojava, Sûphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya û Şehîd Gelhad de perwerdê dibînin  karnamê xwe bi merasîmê û bi coşekê mezin li konbajarê Kader Ortakaya girtin. Şagirtan berî karnamê xwe bistînin sîrûda "Ey raqîp" xwendin. Di bernamê de Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, berpirsyarê dîplomasiyê Abdûllah Demîrbaş û Mûstafa Dogan û bi dehan mamosteyên ji Kobanê jî cîh girtin.


Piştî belavkirina karnameyan Îbrahîm Ayhan axivî û diyar kir ku ji roja ewîl heta niha  perwerdeya zarokan dişopîne û bi stendina karnameyan kêfxweş bûye û wiha got: "Ev zarokên me ji ber şerê hovane reviyan û hatin Pirsûsê lê disa jî dev ji xebatê xwe yê ziman bernedan. Zimanê dayikê berî her tiştî tê. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. ji bo vê hestiyariyê nîşan dane  ez hemû şagirtan pîroz dikim.


Piştî belavkirina karnameyan endamên Mala Şehîd Delîla şahî li dar xistin.


(kom/