Ji Elmanyayê ji bo welatiyên Kobanê alîkarî

16:56

 


JINHA


RIHA - Komeleya Pro Hûmanîtate ya li Elmanyayê ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê koçber bûnin û hatine Pirsûsê alîkarîya ku kom kirine anîn û bi destên xwe li gundan belav kirin.


Komeleya Pro Hûmanîtate ya li Elmanyayê ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê koçber bûnin û hatine Pirsûsê alîkarî kom kirin û anîn Pirsûsê. Berpirsyarê komeleyê Nemo Şahîn diyar kir ku 52 ton xurek anîne û ji bo hezar û çar sed malbatî re  wek şekir, rûn, birinc, sawar, miqarna, nîsk û fasûlî pakêt kirine û li gundên hawildor re bi destên xwe belav dikin. Şahîn anî ziman ku heta niha gelek caran ji bo Kobanê û Şengalê re alîkarî şandine û dê alîkarîya wan bidome. Şahîn got ku ji bo avakirina Kobanê jî çi ji destên wan bê dê bikin.


(kom/ch)