Ji gundan koç kirin ji bajaran tên sirgûn kirin

12:57

 


Eylem Daş-Mizgin Tabu/JINHA


STENBOL-  Bi hezaran kurdên ku ji neçarî koçberi Stenbolê bûn niha jî di bin navê 'Projeya Veguherina Bajarî 'bi sirgûnek din re rû bi rû hatin hîştin. Jinên koçber bertek nîşanî vê dan lewre '' Projeya Veguherina Bajarî' wek arazîyê kesên xizan têkeve bin destê kesên dewlemend tê nirxandin. Jinan got:' eger dibêjin  ev proje teqez bê çêkirin divê wê gavê mafê me jî were dayin û divê em karibin cardin vegerin malên xwe.'' 


Bi milyonan kurd di salên 90'î de gundên wan hate şewitandin û neçar hatin hîştin ku ji welatê xwe koçber bibin. Kurdên koçber ku bi salane li taxên Stenbolê di  nava xizanî de dijîn îcar jî di bin navê ' Projeya Veguherina Bajarî ' ji ber rant û berjewendiyan  rastî sirgûnek din dibin. Yek cîhek jî wan jî Taxa Tarlabaşi ya girêdayî navçeya Beyoglu ye.   


  'Zilma li ser me berdewam dike'


Selîme Îlhan ku  li Tarlabaşi dijî diyar kir ku, di salên 1991'an de şevekî gundên wan bi ajalan ve hate şewitandin û kesên li gund dijiyan hemû belav bûn. Ew ji tevî malbatê koçî  Stenbolê bûn û wîha got:'' Me li vir gelek zehmetiyan kişand çimkî me dixwest em kevneşopiyên xwe bidomînin lê em rastî heqaret û zordariyê dihatin. Ji cil û bergan  heta  axaftina me li hemberî me pêşdarazîyek mezin hebu.'' Selîme dest nîşan kir ku, bi 'Projeya Veguherina Bajarî' ewê sirgûnê derveyî bajar bibin û ev jî tê wê wateyê ku bi projeya veguherînê zilma li ser wan dê  bidome. 


'Dewlet neheqî li me dike'


Selîme diyar kir ku, bi vê projeyê şert û mercên wan yê debarê jî dê ji holê rabe û mexdûrîyeta wan zêde bibe. Selîme wiha berdewam kir:'' cihên ku dîxwazin me sirgûn  bikin derveyî bajêr e û dewlet dixwaze bi erzanî malê me ji me bigre ev neheqî ye.  Cihê  kar û xebatê me li vir e me jiyanekî li vir ava kiriye ji ber wê em  naxwazin  koçberî cîhekî din bibin. Eger  daxwaza wan bi  vê projeyê veguherina bajêre divê em karibin cardin vegerin cihê xwe. '' 


'Malên me bila dîsa bidin me'


Bêrîvan Bûyûkkaya ku ew jî li taxa Tarlabaşi dijî anî ziman ku, piştî gundê wan hat şewîtandin neçar man koçberî Stenbolê kirin û got:'' Ji ber ku em kurd bûn em rastî gelek zilm û neheqîyan hatin. Malbata hevserê min jî ji ber vê yekî rastî gelek îşkenceyê hatin. Demekî dirêje em di nava xizaniyê de dijîn. Kurdên ku koçî vir kirina qedera wan tev yek e, niha jî dixwazin me sirgûnî cîhekî din bikin. Bêrîvan diyar kir ku vê yekê qebûl nakin û dîvê dewlet hemberî vê ewlayekî bide wan û wîha berdewam kir:''em li hemberî vê projeyê ne lewre em bi darê zorê ji cihên xwe tên kirin. Em ji kar û barê xwe jî dibin. Eger tû derfet tûne be jî divê dewlet malên me dîsa bide me. Ev mafê me yê herî xwezayî ye.''   


'Derfetên kar dê nemîne'


Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Beyoglu Rukîye Demîr derbarê vê mijarê de axivî û wiha got:''kesên ku koçî vir kirine tevahî di salên 90'î de ên ku gundê wan hatiye şewitandin û îşkence dîtin in. Wê demê welatiyên me li çar hêla belav bûbûn. Ên ku hatin Stenbolê jî piranî cihên wek Gazî, Beyoglu de dijîn  û li tekstîlan  di şert û mercên xirab de debara xwe dikin.


'Tax tê vala kirin'


Rukîye bal kişand ku AKP bi 'Projeya Veguherina Bajarî' amadekariya hilbijartina dike û got:''


Mînak cihên ku HDP heta niha ji sedî 90 ray digirt niha ji ber ku tax  tê vala kirin ev rêje pir ketiye. AKP bi van  polîtîqayên qirêj him kurda ji hev diqetîne him jî dixwaze rayên HDP'ê belav bike.Rukîye dest nîşan kir ku  niha 'Projeya Veguherîna Bajêr 'ya herî mezin li  Navçeya Beyoglu tê kirin û got:''Dewlet dibê ezê tapu bidim lê tiştek li holê tune ye. Dewleta Osmanî  çawa ku cihên  îşgal dikir bi polîtîqayên îskanê niştecîhan derdixist û Tûrkmena li cihên wan keys dikir AKP jî niha di bin navê 'Projeya Veguherîna Bajêr'heman tiştî dike.''


(ch)