Dayika sultan naxwaze bi tenê bimire

14:55

 


JINHA


AMED -  Dayika Sultan a  69 salî û xwedi 5 zarokan e, ji ber ku zarokên wê  xwedî lê derneketiye di nav jiyaneke zehmet de dijî. Dayika Sultan dibêje ardûyê wê ku bavê sobê jî tuneye lê ew  tenê dixwaze  zarokên wê dilsoz be û lê vegere.


Sultan Çetîn a 69 salî li navçeya Surê ya Amedê  di malekî du kat de dijî. Dayika Sultan xwedî 5 zarokan e lê piştî ku hevserê wê miriye bi tena serê xwe maye. Hevserê dayika Sultan 5 sal berê ji kansêrê jiyana xwe ji dest daye, piştî vê jî zarokên wê xwestine dayika Sultan ji malê derxine. Dayika Sultan a ku hemû jiyana xwe bi zarokên xwe re parve kiriye û li Amedê di nav xizaniyê de wan mezin kiriye tenê niha daxwaza  dilsoziyê dike. Dayika Sultan piştî ku ji gundê xwe derketiye gelek zehmetî kişandiye û têkoşîna jîyanê daye. Hevserê wê jî bi hemaltiyê debara malbatê kiriye. Jiyana dayika Sultan jî di nav zordariya  jiyana bajêr de bi zarokan re derbas bûye.


'jiyana bi tenê pir zor e'


Dayika Sultan,wek hemû dayikên Kurdîstanê ji bo ku zarokên  wê bi rumet û serbilind mezin bibin bi cangorî ked daye lê niha ji ber bêdilsoziya zarokên xwe gelek xemgîn e ku wê tenê hişti ne. Dayika Sultan ji ber ku tenê dijî  her tim ditirse  tiştek were serê wê û dibêje:" Jiyana bi tenê pir zor e. Ez bi dengek  biçuk de jî diveciniqim. Ji ber vê derûniya min jî xira bûye û  ez carna  heta sibê ranazêm. Me vê malê bi hevserê xwe re bi kedekî mezin ava kir lê piştî ku hevserê min rehmet kir  kurê min xwest malê bifiroşe.Kurê min her tim li min digere û dibêje ' Tu diçe  kû biçe xanî yê bavê me ye emê bifroşin'. Ji ber ku tû dahatu û sîgorta dayika Sultan tune neçar maye û dibêje bi alîkariya cinarên xwe vê zivistanê derbas kiriye.


'Çavê min ne li destê kesî ye'


Dayika Sultan anî ziman ku, niha  tendurustiya wê li cî ye û dikare li xwe binêre lê dema rojên pêşiyê difikire dikeve nava fikaran û wiha berdewam kir:'' Carna ez pêşîya xwe difikirim û dibêjim dema ez ji dest û linga bikevim û nikaribim rabim ser xwe ezê li ser doşegek bi tena serê xwe bimrim. Dê bi rojan kesê bi mirina min jî nebihise. Kûrmê têkeve laşê min piştre wê derî bişkînin û  têkevin hûndir, wek bêkesa dê laşê min veşêrin. Lê  dîsa jî  jiyana xwe berdewam dikim û  her karê xwe jî dikim.Çavên min ne li destê tû kesî ye.''


(ma/ch)