Li gor rapora Mafê Mirovan a Efganîstanê:' Zêdetirî mêran jina kêmaqil dibîne'

10:02

 


JINHA


AFGANİSTAN - Li Efganîstanê gor lêkolîneke nû ya der barê mafê jinan de hat kirin diyar dike ku di 7 salên dawî de li Efganîstanê di qada civakî de astengiyên ji bo jinên çalak derdikeve pêş zêdetir e.


Lêkolîna ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan û Demokrasî ya Efganistanê  di bin navê 'Ji nêrîna mêran, mafê jinan' de nîşan dide ku ji ber zêdebûna saziyên îslamî û dibistanên olî yên derveyî kontrola dewletê, tevlîbûna jinan ya di nava civakê de bi nakokiyan re rû bir û ne.


Ev lêkolîn ku di dirêjahiya du salan de bi lêkolîn û hevpeyvînên bi 3900 mêran re li bajarên Efganîstanê ya Kabol, Herat, Bamiyan, Belix û Nengirhar hat çêkirin diyar dike ku nêzîkatiya mêran ya li hemberî jinên Efgan şîddet, biçûkdîtin û  tepeserkirin e.


'Mêr serdest nêz dibe'


Rêxistina Mafê Mirovan û Demokrasî ya Efganistanê diyar kirin ku encamên ku  gihiştine rewşeke bêhêvî ye. Serokê Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan û Demokrasî ya Efganistanê, Xudadad Beşaret got:'' Ev lêkolîn nîşan dide ku mêrên Efgan di jiyana  jinan de ne tenê mijarên sereke bi her awayî serdest nêz dibin.Bernameyên jinan rêk dixin û ev rêveçûn bûye sedema ku hêza jinan li aliyekî bimîne.''


Di vê lêkolîne de bi kesên cur be cur ên civakê re jî nîqaşên komî û hevpeyvîn çêbûye. Wek melayên radîkal, kesên li taxan dijîn, xwendevan û karmendên dewletê di herêmên cuda de bi taybet di saziyên olî, navendên perwerdehiyê, malan û ji cihên giştî  tevlî bûne.


Kesên ku ev rapor amade kirine anîn ziman ku zêdetirî mêrên ku tevlî vê lêkolînê bûne, jinan wek mirovên kêmaqil, ketî û cinsê duyem pênase dikin û hewldane ku tevlîbûna jinê ya jiyanê di civak û malbatê de kêmreng nîşan bidin.


'şîdeta li dijî jinê zêdetir bûye'


'Berpirsa Rêxistina Mafê Mirovan Zeman Xoşnav jî di konferanseke çapemeniyê ya li  bajarê Kabolê de diyar kir  ku azadiya jinan û gihiştina wan a ji mafê mirovan re û her wiha tevlîbûna wan a civakî, di salên dawî de ji ber xemsarîya rayedarên dewletê hatiye astengkirin. Siyaseta aşitîxwazane ya Serokkomarê berê li hember komên radîkal bûye sedem ku komên radîkal dîsa aktîv bibin û got:'' Rewşa jinên  Efganistanê piştî  avakirina Hikûmeta nû heta salên 2008'an baştir bû lê bi zêdebûna komên muhafezekar ên olî û çalakbûna wan a di kanalên radîkal de pêşketinên jinan lawaztir kiriye.'' Zeman Xoşnav  bal kişand ku bîlançoya şîddeta li dijî jinan jî zêdetir bûye û propagandayên neyînî li dijî  jinan tê kirin û got:'' Ev yek jî nîşan dide ku komên muhafezekar di xirabbûyina rewşa mafê jinan de  roleke diyarker dilîze.''


Rêxistina Mafê Mirovan û Demokrasî ya Efganistanê her wiha ji dewlet û saziyên çalak ên mafê jinan daxwaz dike ku encamên vê raporê  ciddî were girtin û  bi projeyên demkurt pirsgirêkên jinan ên bingehîn were çareserkirin. Rêxistina Mafê Mirovan bang li saziyên civakî yê cîhanê re ji  kir ku saziyên sereke yên civakî, olî, aborî û çandî ên Efganistanê bi awayekî biguherînin ku hêzkirin û pêşxistina jinan derkeve holê û bi wan re lihevkirin çêbibe, ne ku li dijî wan be.


(ch)