KJA navnîşana jina ya nû ye

12:50

 


Beritan Elyakut/JINHA


AMED - KJA ku bi Kongreya Jina ya 1'emîn damezrandina xwe îlan kir,bi îddaya ku rêxistina avadanî de xwe cardin nû bike û ji bo aşitiya civakê, têkoşîn û îdeolojiya rizgariya jinê re bibe bersiv xebatên xwe da destpêkirin. Armanca KJA ewe ku di avakirina civakek nû de bi komîsyonên aborî, civakî û çandî de bi nêrîna jinê bibe bersiv.


Tevgera Jinên Azad û Demokratîk(DOKH), di encama têkoşîna jina ya 30 salî ku heta niha bi awayên wek  komîsyon, meclîs û tevgerê xwe rêxistin kiribûn di 31 çile-01 sibatê de bi Kongreya Jina ya 1'emîn de xwe fesh kir û di bin avadana  KJA xwe guherand. KJA, bi mebesta bersivdayina pirsa ''jiyanek çawa?''de amedekariyên  komisyonên aborî, civakî û çandî dike.Aktivîsta  KJA'yê Zeynep Boga , der heqê biryarên ku di kongreyê de hat girtin dê çawa têkeve meriyet de agahî da û got, berî ku biçin kongreyê bi komîsyonên heyî re û bi delegeyan re nîqaş hatiye kirin. 


'Kongrekî dîrokî bû'


Zeynep axaftina xwe wiha domand:'' Ji bo rêgezên kongreyê diyar bibe me hin hevdîtin çêkir û piştre jî konferans hat li dar xistin. Nîqaş û pêşnîyarên ku di konferansêde hat kirin me wek pêşnûmayek dan hev û biryara kongreyê girt.Kongre ji bo tevgera jinên kurd û yên Tirkiyê  kongrekî dîrokî bû.''


'Modela Kongreyê ji bo jinan pêwist bû'


Zeynep diyar kir ku, rêxistina jinan ji 2003'an heta niha wek komisyon, sazî û hwd. xebatên xwe meşandin û pêwist bû ku di bin navê tevgerek wek DOKH'ê werin ba hev û wiha berdewam kir:'' DOKH, li Kurdîstanê  bi ked û xebatek mezin hat merheleyek giring û li qada navnetewî jî deng da lê êdî pewîst bû ku tevgera jinê bi modelek nû rêxistina xwe berfireh û xurttir  bike. Nav ne mayinde ye, ji bo gihiştina armancê amûrek e. Eger nav ji bo rêxistinê nebe bersiv divê were guherandin. Guherandina DOKH'ê û biryara kongreyê ser van esasan hat dayin.''


'Pêwistiya komisyona azadiya jinê hebû'


Zeynep anî ziman ku,  Armanca KJA'yê ewe ku bi rêxistinek avadanî de xwe biafirîne û ji bo aşitiya civakê, têkoşîn û îdeolojiya rizgariya jinê re bibe  bersiv û bal kişand ser 'komisyona azadiya jinê' ku 2 meh berê pêk anîne û got:'' Pêwisti ji komisyona azadiya jinê re hebû.Niha gelek hevalên jin di komisyonê de xebat dimeşîne. Aşitî kengî çêdibe bila bibe lê pêwîste ku jin di hemû qadên jiyanê de bi sîyaseta xwe rengê xwe derxîne pêş.Ev ji bo me mijarek jêneveger e.''


'Jinê pêşengtiya avakirina  Rojava bike'


Zeynep anî ziman ku, di kongreyê de ji bo şoreşa Rojava biryardayinek derket holê û diyar kir ku, Pêşengtiya avakirina Rojava divê jin bike û wiha axivî:''Li Rojava kevir ser kevir nemaye û divê jin di serî de bi lebatî tevlî avakirina Rojava bibe. Ne tenê çêkirina avahiyan  ji alî civakî jî travmayên ku tê jiyandin divê were tedawî kirin.Bi hêzdayinek mezin divê jin pêşengtiya vê xebatê bike.''


'Xebatên me yê aborî gîhîştî ye'


Zeynep dest nîşan kir ku,di qada aboriyê de jî biryar hatine girtin û got gavên yekemîn jî  bi kooperatîfên gundan dê were avêtin. Vegera gundan çêbibê dê çandina xwezayî jî derxînîn pêş.Zeynep wiha dawî li axaftina xwe anî:'' Kêmayî hebe jî xebatên me yê aborî gihiştî ye. Heta niha ji bo hûnerên destên jinê me li taxa sûk  vekir û gelek jin bi vî awayî debara xwe dike. Ev xebatên me dê bidome. Di konferansên rêveberiyên herêmî de jî biryarên wek kooperatîfan, marketên mor ku hatibu girtin ji bo têkeve meriyetê xebatên me didome.''