Xebatên endamên DÖDEF’ê didome

12:57

 


JINHA


RIHA- Endamên DÖDEF’ê yên ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hatin navçeya Pîrsus a Rihayê di çerçoveya xebatên xwe de 50 kon li konbajarê Şehîd Gelhatê vedan.


63 xwendekarên ku endamên Federasyona Komeleya Xwendekarên Şoreşger(DÖDEF)’ ê ne  ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê bidin û nobeda li ser sînorê Pîrsusê bigrin xebatên xwe didomînin. Endamên DÖDEF’ê di nava rojê de li kon bajarên ji aliye Şaredariya Pîrsusê ve hatine avakirin de dixebitin û bi şev jî ji bo piştgiriya nobeda li ser sînor diçin gundên Miseyneter û Mehserê.


Bangawaziya piştgiriyê kirin


Di encama xebata 3 rojan de  endamên DÖDEF’ê 50 kon li konbajarê Şehîd Gelhat vedan û ragihandin ku heya 10 rojên din jî wê xebatên xwe bimeşînin. Endamên DÖDEF’ê bangawaziya piştgirî û piştevaniya ji bo welatiyên Kobanê kir û gotin ku divê hemû kes tevlî xebatên piştgiriyê bibin.   


(kom/ch)