Ji bo şervanê YPG’ê Mistefa Reşo konê sersaxiyê hat vekirin
12:58
JINHA
RIHA-Ji bo şervanên YPG yê ku di operasyona paqijkirina Kobanê de li gundê Siftekê jiyana xwe ji dest dayî li kon bajarê Şehîd Gelhat yê ku ji aliyê Şaredariya Pîrsusê ve hatîbû çêkirin de kona sersaxiyê hat vekirin.
Di encama operasyona paqijkirina Kobanê ya gundan de duh bi gundê Siftekê ve bi dehan gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin û rizgar kirin. Di nava şerê gundê Siftekê de 3 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest da. Ji bo şervanê YPG’ê Mistefa Reşo yê ku xwedî 10 zarokane ji alî malbata wî ve di kon bajarê Şehîd Gelhat de konê serxaxiyê hat vekirin.
‘Bavê 10 zarokan bû lê hezdikir tevlî berxwedanê bibe’
Birazayê Mistefa Reşo, Mehemed Salih(26) got ku apê wî 3 sal bû di nava berxwedana Kobanê de bû û wiha domand: “ 10 zarokên wî hebûn. Dema ku Kobanê bi tevahî hat dorpeçkirin neçar ma û zarokên xwe anî Pîrsusê. Ji bo zarokên xwe nêzî du mehan xebitî piştre vegeriya Kobanê û şehîd ket. Bavê min jî di nava berxwedanê de ye. Apê min her saet telefonî bavê min dikir û digot ezê werim Kobanê. Bavê min digot birayê min 10 zarokên te hene li zarokên xwe binêre lê apê min vê qebûl nedikir dilê wî li Kobanê mabû. Dawî jî çû û şehîd ket.”
Welatiyên Kobanê yên ku di nava kon bajaran de dijîn ji bo sersaxiyê tên kon bajarê Şehîd Gelhat û di konê sersaxiyê de sersaxiyê ji bo malbata Mistefa Reşo dixwazin.
(kom/ch)
