‘Zilmek pir mezin li me kirin’
14:29
JINHA
RIHA-Welatiyê bi navê Şêrko Baz yê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû girtin, derbarê îşkenceya çeteyan ku li ser wan dihat kirin de axivî. Şêrko, got ku gelek kes li ber çavên wan hatin serjêkirin û her wiha du jin jî li ber çavên wî bi keviran hatine kuştin.
Welatiyê bi navê Şêrko Baz(25) dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş li ser Kobanê kir ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve li Himusê hatibû girtin. Şêrko, da zanîn ku dema ku hatiye girtin gelek îşkence lê hatiye kirin. Baz diyar kir ku dema ku hat girtin çeteyên DAIŞ’ê gelek kes li ber çavên wan kuştine û ew jî di girtîgeheka ya di bin erdî de hatibû çêkirin de maye. Her wiha Şêrko got ku, di nava girtîgeha wan de bi piranî welatiyên Surî û Rojavayê Kurdistanê hebûn.
‘Min li ser rêya Efrînê girtin’
Şêrko derbarê dilketina xwe ya destê çeteyên DAIŞ’ê de got ku, malbata wan pir xizan bû ji ber wê jî ji xebatê çûye Himûs’ê û wiha axivî: “Min xwest ku ez vegerim Kobanê. Em bi rê ketin û dema ku emê werin Efrînê li ser rê çeteyên DAIŞ’ê ez girtim. Dema ku nasname ji me pirsîn min got ez kurmancê Kobanê me.Ser vê çavên min girê dan û min birin girtîgehê.Gelek zordarî li min kirin û gotin tu endamê YPG'ê yî. Min got ez 8 mehin li vir kar dikim lê dîsa jî li min xistin û min birin girtîgehê.”
‘Çek dan min û gotin xwe bikuje’
Şêrko diyar kir ku, dema ku di girtîgehêde bû gelek îşkence lê hatiye kirin û wiha berdewam kir:“Destê min kirin destbendê, çavên min girtin û min birin çolê. Kêr dan stûyê min û gotin 'Tu dixwazi em te serjêkin an jî tu bi çekê xwe bikujî? Min çek ji destê wan derxist û min da serê xwe û teqand lê guleyên çekê jêderxisti bûn. Min wê gavê eşheda xwe anî û min got êdî xelas bûyina min tuneye lê carek din min girtin û anîn girtîgehê.”
‘Gotin emê te bikin misilman'
Şêrko diyar kir ku, çeteyên DAIŞ’ê dest daniye ser hemû tiştên wî û wiha domand: “Perê min ê çend mehan hebû ji min stendin. Hatin gotin emê te bikin misilman. Min got ji xwe ez misilmanim hûn çima carek din min bikin misilman? Lê dîsa jî bi darê zorê nimêj bi min dan kirin. Her wiha bi çovên ceyranê li lingên me dixistin û îşkenceya ceyranê pir li me kirin. Her tim bi çovan li me dixistin. Destên me di kelemçê de bûn û me daliqandin hiloyîstokê. Zilmek pir mezin li me kirin.”
‘Du jinan bi keviran kuştin’
Şêrko anî ziman ku, di girtîgehê de nêzî 100 kes hebû û li hemûyan jî îşkence dihat kirin û wiha pê de çû: “ Hovîtiyek pir mezin hebû. Li pêş çavên min gelek kes hatin kuştin. Hinek bi satoran dihatin serjêkirin, hinek jî bi çekan dihatin kuştin. Rojekê du jin li pêş çavên me bi keviran hatin kuştin. Min dibirin dadgeha xwe û ji min re digotin tu ne misilmanî. Serê sibê saet 3'ya de bangî me dikirin û digotin nimêj bikin.Her wiha heftê 3 caran me dibirin dadgeha xwe û li vir jî li me dixistin.”
‘Perê min hemû ji min girtin û min berdan’
Şêrko derbarê xelas bûyina xwe de got ku, herî dawî tiştêk li ser wî nehatiye tespîtkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Min derxistin dadgeha Helebê. Li wir ji ber ku tiştek li ser min tespît nekirine, gotin wî berdin. Belgeyek dan min û gotin 'dema ku tu diçe bikar bîne'. Min ji wan re got telefon û pereyên min bidin lê gotin ji bo ku me te kir misilman ew mafê me ye. Piştre ez hatim Kilîsê û li otogara vir min ji kesekî pere xwest. Bi alikariya vî mirovî ez hatim Pîrsusê.”
(kom/ch)
