'Dixwazin xebatkaran biherisînin'
15:35
JINHA
AMED- Şaxa SES'ê ya Amedê bi armanca ku balê bikşîne ser gûhertina demborî ya cihên hemşîreyan daxûyaniya çapemeniyê da. Endamê SES'ê Fecrî Tanboğa anî ziman ku, ev tiştekî keyfî ye û bi vî awayî tê xwestin ku xebatkaran biherisînin.
Şaxa SES'ê ya Amedê, derbarê peywirdarkirina Sekreterê Giştî ya Nexweşxaneyên Yekitiya Cemaweriyê daxwûyaniya çapemeniyê da. DİSK, KESK, GENEL -İş û gelek xebatkarên tentûrîstiyê tevlî daxûyaniya ku li ber Nexweşxaneya Dewletê Selahaddîn Eyyubî ya Amedê hat dayîn bûn. Girseyî bê navber " Em hemşîre ne ne kole ne", "Bêdeng nemîne, bêdengî qebûlkirin e. " û "Em ji zextan natirsin "hatin avêtin. Li ser navê girseyê endamê SES' ê Fecrî Tanboğa axivî.
Fecrî diyar kir ku li temamê cîhanê hemşîre di şertên û mercên zehmet de dixebitin û wiha got:" Mînaka herî dawî di Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Yekitiya Cemaweri ya Amedê de pêk hat. 20 hemşîreyên ku di Nexweşxana Tendûristiya Dev û Dirana ya Amedê de dixebitîn bê daxwaza wan tê xwestin ku ew bi awayekî demborî li nexweşxaneyên din werin peywirdarkirin." Fecrî da zanîn ku hemşîreyên ku ji 20 salî zêdetire dixebitin wan dane Nexweşxana Tendûristiya Dev û Dirana. Hemşîre ji ber ku di qadên xwe yên pîsporî de nayên xebitandin dî xîzmeta tendûristiyê de pirsgirêk tê jiyîn û wiha berdewam kir: " Ev rewş teqawîd bûyina li ser hemşîreyan ferz dike"
Fecrî di demên dawî de guhertinên ku di cihên hemşîreyan de hat kirin rexne kir û ev tişt got:" Ev tiştekî keyfî ye bi vî awayî tê xwestin ku xebatkaran biherisînin. Divê bê daxwaza hemşîreyan cihê wan neyê guhertin.Fecrî di dawiya axaftina xwe de got ku ewê li hember van pêkanînan bêdeng nemînin û bang li hemû kedkarê tendûristiyê kir ku: " Li hember nêzakîtîyên antîdemokratîk bisekinin''
(ma-ra/ch)

