Jinên Wanê: Em hemû Safûre ne
17:17
Bacı Anuk/JINHA
WAN - Ji Hevseroka Şaredariya Muradîyeyê Safûre Gûneş re ku ji ber şîdeta polîsan birîndar bûbû piştevaniya jinan her ku diçe zêde dibe. Siyasetmedarên jinên Wanê gotin ku:''Em êrîşa li hemberî hevseroka me ya jin hatiye kirin wek li hemû jinan hatibe kirin digrin dest.Bêtehamûliya AKP'ê ya hemberî jinan jî rexne dikin û dibêjin em hemû Safûre ne''
Hevseroka Şaredariya Muradîyeyê Safûre Gûneş,ji bo pîrozbahiya rizgarkirina Kobanê ya di 28'ê Çile de hatibû lidar xistin ku rastî êrîşa polîsan hatibû de ji serê xwe derb girtibû û rakiribûn nexweşxanê. Safûre,bi gûmana travmaya mêjû tedawî dît û piştî tabûrcî bû serî li dozgerîyê da ku polîsên êrîşkar were darizandin. Jinên Wanê jî li hemberî êrîşê xwedî li hevseroka jin derket.
'Êrîş li hemû jinan hatiye kirin'
Rêvebera Wanê ya HDP'ê Aycan Ergûn da zanîn ku, êrîşa li hemberî Safûre hatiye kirin wek li hemû jina hatibe kirin divê were nîrxandin û got:''Êrîşa li hevseroka jin hatiye kirin li dijî hemû jina ye. Em jî dibêjin li hemberî bêtahamûlya AKP'ê ya jinê em hemû Safûre ne.''Aycan bertekên xwe wiha anî ziman:''Çalakiya li Muradiyeyê pêk hat şahîya ji bo rizgarbûyina Kobanê bû lê AKP û polîsên wî tehamûla vê serkeftina mezîn nekirin û êrîşî gel kirin. Di encama vê êrîşê de hevala me ya Safûre jî birindar bû lê em heta kesên sucdar neyên darizandin dev ji vê dozê bernadin.''
'Zilma dewletê me naherisîne'
Aycan dawiya axaftina xwe de got, hêza jinê li her derê bi taybetî jî li Rojava derketiye holê û wiha pê de çû:''Jin êdî bi tû awayî zilm û zordestiyê qebûl nakin. Bi serhildanan pêwîst be bi çek girtinê dê ber xwe bidin.Hêza me ya pêşengtiyê heye û zilma dewletê me naherisîne.''
Gûlcan Hamzaogullari jî da zanîn ku, pergala hevserokatiyê û şoreşa jinê ya li Kobanê derket pêş tirsa desthilatdaran mezin kiriye û got:''Kes nikare jinên kurd bieciqîne.Em xwedî mîrasa Sakîne û Arînan in ku ji bo azadiye canê xwe feda kirine. Li hemberî top û tankên wan baweriya me ya azadiyê bes e.''
(ch)

