Welatên Kobanê: AFAD dixwaze me dîl bigre
12:39
JINHA
RIHA - Koçberên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê û ji neçarî ketibûn wargeha AFAD'ê derbasî konbajarê Şehîd Gelhad bûn.Welatiyên Kobanê li vir der heqê jiyana xwe ya AFAD'ê axivîn û diyar kirin ku, ji neçarî li vir mane û rastî gelek zehnetiyan hatine.
Koçberên ku ji Kobanê ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê neçar man di konbajarên AFAD'ê de bimînin û ji ber nerazîbûna nêzikatiya dewletê dema konên gel hat vekirin cihên xwe guherandin.Welatiyên ji ber AFAD'ê reviyan û hatin wargeha Şehîd Gelhad serpêhatiya xwe anî ziman. Yek ji wan bi navê Mistefa Ahmed diyar kir ku dema ji Kobanê dihatin Pirsûsê, polîsên tirk bê sedem wan bi rojan li ser sînor rawestandiye û wiha got: "Em bi rojan li ser sînor tî û birçî hatin rawestandin. Dema em hatin Pirsûsê jî em neçar man ku tû alternatîfa me tune bû em çûn wargeha AFAD'ê."
'Bi tir û kamyonan alîkarî dihat, lê ne didan me'
Mistefa da zanîn ku, li AFAD'ê ne xwarina wan ne jî ava wan nedihat xwarin/ vexwarin û wiha axivî: "Me bi derfetên xwe jiyana xwe berdawam dikir. Tu alîkariya dewletê nedigihîşt destê me. Gelek caran bi kamyon û tiran alîkarî dihat lê bang çapemeniya xwe dikirin, wêneyên tir û kamyona dikişandin 'digotin em alîkariyê belav dikin'. Dema çapemenî diçû, ew alîkarîya ku hatibû belavkirin dîsa ji me digirtin. Hemû şov bû. Me tû alîkariya wan nedît. Ev çar meh zêdêye ez hê kincên ku dema ez ji Kobanê hatime li ser min bûn hê li min e. Her wiha zarokên biçûk hemû bê şîr û bê cil in. Ji ber ku ez hatim konên mala gel ez pir kêfxweş bûm."
'Divê Kurd bibin yek'
Mistefa bi lêv kir ku, bê çûyina Kobanê tiştekî din naxwaze û bi çar cavan li benda vegerê ye.Mistefa destnîşan kir ku, dema agahiya rizgariya Kobanê bihîst hêsir ji cavên wî barî û wiha pê de çû: "Dema agahî gihîşt me, mina ku ez ji nû dayik bûm min xwe hîs kir. Ev tiştekî behempa ye nayê gotin. Ev êrîşa dijminên hovane bila ji me re bibe ders. Divê êdî em hay ji xwe bin û bibin yek. Kobanê li cîhanê navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Ev serfirazî bi saya şehîdên me û şervanên YPG/YPJ'ê pêk hat."
‘Axa Kobanê ji kebaba Tirkan çêtir e'
Welatiyên bi navê Mihemed Abês jî diyar kir ku dema êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê qewimî malbata xwe şand Pirsûsê û ew tenê bi serê xwe ma û gundê xwe parast. Mihemed da zanîn ku, dema xetereya komkujiyê çêbû bi xwesteka şervanên YPG/YPJ'ê ew jî hatiye Pirsûsê.Mihemed bi lêv kir ku, wexta hat Pirsûsê dît ku malbata wî li wargeha AFAD'ê wek dîlan tên girtin û wiha axivî: "Malbata min li kampen AFAD'ê perîşan bûbûn. Bi rojan xwarin nexwaribûn. Dewleta Tirkiye dibêje 'em li koçberên Kobanê dinerin' lê nerîna wan eve gelo? Em baş dizanin ku ew alîkariya kê dikin. Em dixwazin biçin ser axa Kobana xwe ya rengin. Axa Kobanê ji kebaba Tirkan çêtir e''
‘Şervanên YPJ'ê ji jinên cîhanê re bû mînak’
Jina bi navê Dilşeîd Îso jî anî ziman ku, ji ber ku wargeha Şehîd Gelhad nêzî Kobanêye pir kêfxweş e.Dilşeîd got ku, rojek berî rojekê biçe Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaziyek min tênê heyê, demildest ez û zarokên xwe biçin Kobanê. Êdî hemû kes navê Kobanê û YPJ/YPG dizanin. Em deyndarên wan in. Hebûna me bi saya wan e. Şervanên YPJ'ê ji bo jinên cîhanê bûn mînak û ji bo hebûna jinan bûn hêvî. Bijî berxwedana YPJ/YPG’ê”
(kom/ch)

