Kesên tawanbar divê were darizandin
14:20
JINHA
AMED - Parlamentera Partiya Keskan Bêrîvan Aslan têkoşîna jinên Kurd ya li Şengal û Kobanê dide meşandin anî rojeva Parlamentoya Awûstiryayê û ji bo ku çeteyên DAÎŞ'ê û welatên alîkariya wan dike tawanbariyên li hemberî jinê hatiye kirin de derkevin pêşberî dadgehên navnetewî dest bi xebatan kir. Bêrîvan wiha axivî:''Daxwza min ewe ku hemû welatên ku li hemberî bazirganiya jinê ,tecavûzên ku tê kirin re bê deng diminin bila li dadgehên navnetewî de werin darizandin.''
Parlamentera Partiya Keskan Aygûl Bêrîvan Aslan, şerê Kobanê û Şengalê û berxwedana YPGJ/YPG ji roja destpêkê heta niha her tim anî rojeva Parlamentoya Awûstryayê. Bêrîvan, Zanîngeha Innsbruckê beşa hiquqê xilas kiriye û yekemin jina kurde ku li Parlamentoya Awûstryayê hatiye hilbijartin. Ji 2007'an ve li ser entegrasyon, mafê mirovan û taybetî jî li ser mafê jinan pêşkêşî amade dike.Her wiha Bêrîvan li Navenda Koçberên Tîrolê de karên civakî û şêwirmendiya hiqûqê jî kiriye. Bêrîvan niha jî di rêveberiya Tora Xebatên Zayenda Civakî û Akademiya Perwerdeya Keskan de cîh digre.
'Ez tim rastî gefan hatim'
Bêrîvan da zanîn ku,li Ewrupayê di qada sîyasetê de bi rengê jinek kurd cîh girtin gelek zehmet e û axaftina xwe wiha domand:'' Pêvajoya hilbijartina ji ber ku li Awûstiryayê rêxistina wek alperen ên faşîst bi hêz în gelek zehmetî derbas bû. Gelek caran ez rastî gefan jî hatim lê neherisîm û min têkoşîna xwe bilind kir. Ez ji bo mafê gelê xwe biparêzim bûm namzet û di nava 9 mehan de jî ketim parlementoyê.
'Gelê kurd hat nasandin'
Bêrîvan diyar kir ku, bi ketina wê ya parlamentoyê gelên Awûstiryayê kurda hê baştir nas kir û got:'' Di hişên Awûstiriyan de em wek Tirk, Ereb an jî komek erdnîgariya wan nayê zanin bûn. Dema ez bi nasnama xwe ketim meclîsê li hemberî kurda jî meraqek çêbû.Niha rojnameger tên ba min û pirsa ziman, bawerî û çanda kurda ji min dikin.Ez ji vê pir kêfxweş dibim.''
'Pirsgirêkên jinên koçber dijwar e'
Bêrîvan anî ziman ku, li Ewrûpayê jinên koçber û yên ji netewên cûda ne rastî muameleyên nebaş tên û wiha got:''Li gor Tirkiyê em pirsgirêkên cûda yê civakî dijîn. Ji ber ku pirsgirêkên jinên koçber dijware em têkoşîna jinê li gor polîtîqayên koçberan û jinan kombîne dikin.''
'Şîddet li Awûstiryayê tabû ye'
Bêrîvan dest nîşan kir ku, pirsgirêkên jinê li hemû cîhanê dişibe hev û axaftina xwe wiha berdewam kir:'' pirsgirêka herî giring jî tundiya li hemberî jinê tên kirin e. Çapemenî hê jî vê wek dramek malbatî dibîne û di çarçoveya rêzê de digre.Li Awûstiryayê ji 5 jinan yek rastî şîdetê tê lê nizane ku serî li ku bide. Jin vê rastiyê hê nayîne ser ziman û wek tabûyek dibîne. Ji ber vê jî min xebatên xwe piranî li ser tundiya hemberî jinê kir.''
'Çalakiya me deng da '
Bêrîvan bi lêv kir ku,piştî êrîşên Şengalê û berxwedana Kobanê çêbû pêwîst bu ku ew jî dengê xwe bilind bikin û piştevanî bidin. Bêrîvan axaftina xwe û wiha domand:'' ji bo vê em 14 parlamenter hatin ba hev û Balyozxaneya Tirkiyê dagir kirin. Ji ber ku çalakiyek bi vî awayî li Ewrûpayê tû car pêk nehatiye pir deng da. Gel çalakiyên bi vî awayî pêk tîne lê ji alî parlamenteran ev yekemîn bû. Me pêwistîya piştevanî û yekitiyê vegot û gelek hevalên me yê parlamenter jî destek dan me.''
'Em di doza xwe de mafdar in'
Bêrîvan diyar kir ku li Parlamentoya Awûstiryayê ji bo jinên ku ji alî DAÎŞ'ê ve hatiye revandin axaftinek kiriye û got:'' Min ji wan re got zilmek mezin li ser jinan tê kirin eger hûn ji nîrxên gerdûnî bawer dikin divê bêdeng nemînin. Piştî axaftina min parlementerên Awûstiryayê hatin û gotin 'Em doza Kurdan mafdar dibînin û emê tim bi we re bin' ev kêfxweşiyek mezin bû ji bom in.''
'Tiştên ku hat kirin dij mirovahiyê bû'
Bêrîvan dest nîşan kir ku, piştî axaftinên wê ji DAÎŞ'ê jî gelek gef lê hatiye kirin lê tû carî ji wan netirsiyayî û mûcadela xwe berdewam kiriye. Bêrîvan got ''Ez di doza xwe de mafdar im. Tiştên ku hat kirin li dij mirovahiyê bû. Divê dengê me bilind derketa. Ji ber gefên ku dihat kirin ez demekî di bin parastina polîsan de mam lê ji gefan natirsim û ezê têkoşîna xwe hê xurttir bikim.''
'Divê hesab were pirsîn'
Bêrîvan anî ziman ku, ji bo çeteyên DAÎŞ'ê û alîgirên wan were darizandin dê xebatên xwe berdewam bike û wîha got:''Daxwza min ewe ku hemû welatên ku li hemberî bazirganiya jinê,tecavûzên ku tê kirin re bê deng diminin bila li pêşberî dadgehên navnetewî de werin darizandin''
'Çîrokên wan ê bêhempa ya şoreşê hene'
Bêrîvan daxwaza xwe ya şoreşvanî anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir:''jinên şoreşvan, çîrokên wan ê bêhempa ya şoreşê hene ji bo nêvîyên wan. Ên ku li hemberî vê şerê hovane bêdeng mane dema zarokên wan ji wan re bêje 'te çi kir' ewê dîsa bêdeng û fedîkar bin. Lê jinên têkoşer dê her tim serbilind bin.''
(ch)

