Hikûmeta AKP'ê piştgirî dide kuştina mirovan
15:31
JINHA
AMED-Rêveberê şaxa ÎHD'ê Muharem Sûren dîyar kîr ku hikûmeta AKP'ê bi pakêta Ewlehî ya Navxweyî piştgirî dide kuştina mirovan.
Şaxê Komaleya Mafên Mirovan (İHD) a Amedê di derbarê pakêta Ewlehî ya Navxweyî de civîna çapemeniyê pek anî. Reveberên İHD'ê Abdulselam İnceören, Gamze Yalçın, Muhterem Sûren, Emîn Ermîn, Hatice Demîr, Mahsum Kaya tevli civîna ku li avahiya İHD'ê pêk hat bûn. Li ser navê İHD'ê Revebera İHD'ê Gamze Yalçın daxuyanî xwend.
Gamze diyar kir ku, eger ev pêşnûma qanunê di meclisê re derbas bibe dewleta hiqûqî namîne dê dewlet bibe dewleta polîsan û wiha axivî: " Li gor Pakêta Ewlehî ya Navxweyî bi benda yekemîn, dê polîs karibin bê destûra dozger li mal û maşîneyên welatiyan bigerin." Gamze da zanîn ku bi benda 15'dan jî polîs dê wek dozger tevbigere û bêdestûr ewê karibin li îkametgehên welatiyan de îfadê wan bigirin. Gamze dest nîşan kir ku polîs dê karibin li hemû amurên ragihandinê gûhdarî bikin û ev yek ewê bibe sedema gûhdarkirinên kêfî.
Gamze got ku ev qanun pêşî li polîsan vedike ku çekan jî bi rihetî bikarbînin. Gamze bang kir û xwest ku ev qanûn dî meclîse re derbas nebe û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Pîrsgîrêka ewlehiyê bi vî awayî çareser nabe encax bi makezagoneka sivîl û demokrastîk çareser bibe.
Pîştî Gamze Rêvaberê ÎHD'ê Muhterem Sûren axivî. Mûhterem bûyerê Cizîrê bibîrxîst û diyar kir ku ji xwe polîs li Kurdîstanê bi awayekî bêkontrol çekan bikar tînin û hikûmet bi daxuyaniyên xwe piştgirî didin polîsan. Mûhterem got ku hikûmet dê bi zagonên ku dike meriyetê jî piştgirî bide kuştina mirovan.
(ma/ch)
