Şaredariya Akdenizê 'Şerta Wekhevîyê' qebûl kir

18:30

 


JINHA


MÊRSÎN -Meclîsa Şaredariya Akdenizê, Şerta Ewrûpa ya Jiyana Herêmî de Wekheviya Jin û Mêrê ya CEMR 'ê qebûl kir.


CEMR, li Ewrûpayê di yekîtiya rêveberiya herêmî de xwediyê herî bergeha fireh e. CEMR, bi 'Şerta Ewrûpa ya Jiyana Herêmî de Wekheviya Jin û Mêrê' ku li bajara  Innsbruck a Awûstiryayê  di sala 2006'an de hat îmze kirin ji bo wekheviya navbera jin û mêran  pêk were berpirsyarî da endamên xwe yên şaredaran. Şaredariyên ku vê peymanê qebûl kirine divê xebatên xwe ji bo pêşketina reveberîyên herêmî ku dij zayendperestî be bikin. Sîyaseta kurda jî ku bi pergala hevserokatiyê di sîyaseta herêmî de 'Şoreşa Jinê'derxistiye pêş û gelek bendên şertê anîne cîh ji bo xebatek hevbeş û îmzekirina şertê dest bi xebatan kir. 103 şaredarên DBP'ê,amedekariyên ji bo bi protokolek hevbeş Şerta Ewrûpa ya Jiyana Herêmî de Wekheviya Jin û Mêrê îmze bikin dikin. Mebesta şaredariyan ewe ku berî 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna  nûnerên CEMR'ê û bi hevserokên jinên şaredar ev protokol were îmze kirin.


Ji bo amedekariya protokolê hemû şaredarî lez dan xebatên xwe. Di civîna Meclîsa Şaredariya Akdenizê de jî  ev mijar hat nîqaşkirin û bi dengdayinê hat qebul kirin. Piştî erêkirina şertê di qadan de ji bo xebat were meşandin dê civîn were girtin.


(ch)