Berhemên jinan sempozyûma 'Kurdîstan'ê rengîn dike

10:11

 


Şêrîn Hiso / JINHA


AMED - Sempozyûma  navnetewî  ya bi navê Kurdistan, 230 hunermendan di bin diruşma "Rojava Bergeha Azadî û wekheviyê ye" li hev dicivîne. Ji wan hunermendan hunermendên jinên Ereb jî dê bi wêneyên xwe tevlî pêşengehê bibin. Wênesaza Iraqî ya ku ji Bexdadê hatiye Amedê Rana Eltae diyar kir ku sempozyûm derfetên nû ya xwe bide  nasandinê diafirîne û wiha got: "Ez di vê sempozyûmê de temsîlyeta jinên Iraqê dikim û bi  wêneyan  çanda Iraqî didim nasin."


Sempozyûma navnetewî ya bi navê  Kurdistan li salona resepsiyona  Sûmerparkê di  2'yê Sibatê de destpêkir û dê heya 7'ê Adarê bidome. Sempozyûm di bin dirûşma "Rojava Bergeha Azadî û Wekheviyê ye" bi  xebatek komûn di  navbera 230 hunermendan de ku  ji her deverê hatine destpêkiriye. Hunermendên jin jî bi rengê xwe û bi mijarên wêneyên xwe rengekî cûda dane sempozyûma Kurdîstane. Di sempozyumê de wênesazên ji bajarên Ereban  wekî  Sûri û Iraqê jî  tevlîbun çebûne. Her jinek wênesaz  bi berhemên xwe fikr, taybetmendî, hest û zehmetiyên jinên welatê xwe ji cîhanê re radigihîne.


'Hunerên ji nava êşê tê afirandin'


Wênesaza Rana Eltae, ya ku endama  Navenda Pêşxistina  Çanda  Mezopotamyayê ye  diyar kir ku jinên Iraqî her tim di nava şer û cengê de bûne û zehmetiyên şer bi  her awayî  jiyandine. Rana  axaftina xwe wiha berdewam kir: "Jinên İraqî rasti gelek zordariyan hatin lê li ber xwe didin û bi hêzek mezin ji nava van zordariyan derdikevin. Ji bo xewn û xeyalên xwe pek binin hewldidin. Ev ji tê wê wateyê ku jinên Iraqî  hunerên  xwe ji  nava êşen xwe diafirînin û  ji ber vê sedemê hunerên  jinên Iraqî  bandorek mezin ser mirovan dike."


'Xweşikbûn û hêza xwezayê  esas digrin'


 Rana di dewama axaftina xwe de hestê xwe anî  ziman û destnîşan kir ku sempozyom ji wan re derfeta naskirina rengê cûda da û  wiha pêde çû: " Ez di vê sempozyûmê de temsîlyeta jinên Iraqê dikim û  bi wêneyên ku çanda Iraqê dide  nasîn tevlî vê hevdîtina hunerî  dibim. Her wiha di wêneyên min de  av û jin heye;  jin, sembola xwedawendiyê yê û av jî  temsîlyeta çemên Dicle û Firatê dike. Jin jî di hunera xwe de xweşikbûn û hêzê ji xwe re esas digre. Bi hatina Amedê jî ez pir kêfxweş bûm. Bandora xweşikbûyina  xwezayê her tim di hunera kurdî de diyar e, bi taybetî jî  hunerên ku bi destê jinan tê afrandin de.Lewre di  xwezayê de xweşikbûn û xurtbûn tiştêk sereke ye. Di vê sempozyûmê de xala hevpar navbera me de hunera herî giring e û dîsa di vê hevdîtinê de min rengên cûda yên hunerî nas kir."


'Zimanê rengan'


Rania Kakerlî jî  wênesazek ji Sûrî  ye,li Zanîngeha Şamê beşa wênesazîyê  xwendiye. Rania,  Ji ber  şerê li Sûrî destpêkir çûye Elmanya û li Elmanya bi hunera xwe re mijûl dibe. Rania anî ziman ku  Sempozyûm ji bo wê  derfetek mezin afirandiye  ku li vir  bi hevalên xwe re bicive. Rania  bi lêv kir ku her wênesazek di vê sempozyûmê de xetek hunerî ya taybet  xêzkiriye û ser wê xetê dimeşe, lewre  gelek rengên cûda dê derkevin holê. Rania, hunerê  wekî zimanê cîhanê bi nav kir û wiha  axivî:" Di cîhana hunerî de gotina hunera Kurdî, Erebî yan jî Tirkî tune ye. Zimanê renga heye û ew ziman ji alî her kesî ve tê fêmkirin. Bi riya rengan, mirov dikare her kesî bi xwe bide fêmkirin. Hestên xwe bi riya rengan dikare bigihîjîne mirovan."


'Jin berpirsyarên herî mezin in'


 Rania di axaftina xwe de derbarê rewşa jinên  Sûrî de jî axivî û  destnîşan kir ku rewşa heyî û şerê hundirî yê ku li Sûrî  diqewime, bandora herî mezin ser jinan dike. Rania diyar kir ku jinan rengên  xwe di hunerê de îspat kirine û wiha got : " Dema ku jinên hunermend digihîjin  hev li sempozyûmên bi vî rengî de derdikve holê ku armanca hemû wênesazên jin ewe ku bi rengan karibin jinê bidin nasîn. Ji ber ku jin li her derê cîhanê  rola herî giring dileyîzin  heger ji hişmendiya  rol û mîsyona xwe  dûr  bikeve pêlên zihneyetên baviksalarî dê li wê  bikeve. Berpirsyariya jinan berpirsyariya herî mezin e. Dema ku jina hunermend xwe di cîhana hunerî de dibîne  bi berpirsiyarî nêzî vê hunerê dibe, ji ber vê yekê hunera ku  jin diafirîne rengekî cûda ye. Ji ber ku jin di heman demê de bi  gelek pêywiran  re  mijûl dibe ev  dibe sedema astengiyê ku hunera xwe pêş bixîne.Dîsa jî ev rewş nikare  bandorê ser taybetmendiya hunera jinan bike û nayê wê wateyê  ku mêr  ji  jinê zêdetir bi hunerê re alaqedar dibe.


(ch)