Hemşîre, ji cîh guhertinan ne razî ne

10:51

 


JINHA


AMED - Li Amedê 20 hemşîreyên ku bê daxwaza wan cihê wan hatibû gûhertin vê rewşê  wek  polîtîkayên herisandin û neçar hiştina teqawîtkirinê  dinirxînin û li hember  vê yekê  amadekirina doz vekirinê dikin. Hemşîre dibêjin: " Em dikarin li her derê bixebitin, tenê bila henekê xwe bi me nekin û bi rêz nêzî  keda me bibin.''


Hikûmeta AKP ê ji bo di qada tenduristiyê de vegûhertinê pêk bîne Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ava kir  lê şertên Yekitiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê   kesên kedkar mexdûr dike.  Li Amedê 20 hemşîreyê ku di qada xwe de pispor bûn bê daxwaza wan,  ji alî Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Yekitiya Cemaweriyê hatin tayin kirin. Balkêşe ku kesên tayina wan çêbûye hemû hemşîreyên endamên SES'ê ne. Hemşîreyên SES'ê  yên cihê wan hatibû gûhertin vê yekê wek "Dewama polîtîkayên pelçiqandinê" dibînin


'Hikûmeta AKP'ê me mecbûrî  teqawîtê dike'


Menfiye Kaya ku ji  20 hemşîreyên ku cihê wan hatibû gûhertin e, behsa zehmetiyên şert û mercên  hemşîreyan kir. Menfîye diyar kir ku seatên wan yê xebatê  zêdene û ew gelek caran  rastî şideta xizmên nexweşan tên. Menfîye got,  di nava mehêkî  de 6-7 roj 24 seat dibin nobedar û wiha axivî: "Ev neheqîyek mezin e lî me dibe. Hikûmeta AKP'ê me mecbûrî  teqawîtbûyinê  dîke lê  emê têkojîna xwe ya hîqûqî  berdewam bikin." Menfîye da zanîn ku ew dikarin li her cîhî bixebitin û ew ji peywirgirtinê  narevin lê  vê rewşa derket holê wek qerfokî  dinirxînin û got:''Tû kes bila henekê xwe bi me neke û bi rêzî nêzî  keda me bibin.''


'Çend sal berê jî heman tiştî kirin'


Gulîzar Çelen ku ev cara dûyeme  bêdaxwaza  wê cîhê wê hatiye gûhertin wiha axivî:" Ez tu wate nadim vê gûhertînê. Ez karê xwe bêqisûr dikim û ev 30 sale dixebitim. Ez 15 sale di  emeliyatxanê de dixebitîm pîştre ez derbasî  psîkyatriyê kirim. Ez  8-9 salin jî di pisîkyatrî de dixebitim niha jî min dişînin nexweşxaneya dirana . Gûlîzar diyar kir ku ev polîtîkayên herisandinê ne.


‘Ewê  di peywirê de kûlekî pêk were’


Gûlîzar anî ziman ku di pîşeya wan de pîsporî  giring e û wiha dewam kir:" Ez der heqê nexweşiyên dev û diranan de tiştek nizanim ji ber vê ezê zehmetî bikşînim û ez bawerim kesê ku were cihê min jî heman zehmetiyê bikşine. Ev 10 sale  ez dixebitim lê hê jî gelek kêmasîyên min hene. Ji ber vê jî dê di peywirê de kûlekî pêk were."


'Rêveberiya nexweşxanê  keyfî  tevdigere'


Endama SES'ê  Seher Balsak da zanîn ku piştî cîhguhertinê bihîstine bi rêvebera  nexweşxanê re hevdîtin pêk anîne lê rêveber  kêfî tevgeriya ye û eleqedar nebûye. Seher axaftina xwe  wiha domand:" Me dema bi rêveberan re hevditin pêk anî  ji me re gotin  20 hemşîre dê bîçe û deh kesê din werin cihê wan. Bi taybetî jî  kesên  20-30 sale xebitîne  cihê wan hatine guhertin.Ev jî tê wê wateyê ku daxwazên wan qet li ber çavan nayê girtin.Em vê yekê qebul nakin.''Seher  di dawîya axaftina xwe de bang li rêveberan kir ku dev ji helwestên xwe yên alîgir berdin û rêz bidin keda wan. Her wiha Seher diyar kir ku der heqê  neheqîyên li wan  hatiye kirin de jî dê doz vekin.


(ma/ch)