Jinên Kobanê ji bo hînbûna zimanê Kurdî hewldidin

11:59

 


JINHA


RIHA - Jinên koçber yên Kobaniyî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê, di konbajaran de di bin şert û mercên giran de dimînin. Jin ligel hemû dijwariyên jiyanê ber xwe didin û niha jî ji bo hînbûna zimanê kurdî perwerde dibinîn.


 Jinên koçber yên Kobanîyî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û niha di konbajaran de dimînin, niha dest bi perwerdehiya zimanê kurdî kirine. Ji bo perwerdehiyê jinên koçber eleqeyek mezin nîşan dide ku hin dayik bi dergûşên xwe tevlî perwerdê dibin û  dibêjin 'em dixwazin zimanê dayika xwe hîn bibin'. Perwerde, bi pêşengtiya mamosteya Kobaniyî Xanim Mistê re dest pê kir. Mamosteya zimanê kurdî yên Konbajarê Kobanê Xanim, diyar kir ku ev nêzî 5 mehin li Konbajara Kobanê mamostetiya zimanê kurdî dike.


'Jin bi dergûşên xwe tevlî perwerdê dibin'


Xanim destnîşan kir ku ji bo perwerdeya ziman xwestekek pir mezin heye û got  perwerdehî pir bi coş û rengîn derbas dibe. Xanim da zanîn ku serê sibê heta nîvro perwerdehiya zarokan dide, piştî nîvro jî ji bo jinan perwerdehiya ziman dide. Xanim, "Ji seat 8'an heta 11.30'an de li dibistana Viyan Amara perwerdehiyê didim zarokên me yî Kobanê. Pişt re jî perwerdehiya jinên me ên ku dixwazin zimanê xweyî zikmakî fêr bibin tên dayîn. Gelemperî jinên zewicandî bi zarokên xwe ve tevlî perwerdê dibin û ji bo zimanê xwe hîn bibin hewldanekî xurt nîşan didin. Divê hemû kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Di şert û mercên çî awayî de bin jî divê tu tiştek ji bo fêrbûna zimên nebe asteng.


'Zimanê me rûmeta me ye'


Welatiya bi navê Têlî Silêman got ku ew û keça wê bi hev re  tên dibistanê û wiha axivî: "Dema em li Kobanê bûn, zimanê Erebî fêrî me dikirin. Ji ber vê yekê em zimanê xwe hîn nebûn. Em li vir bi saya hevalan perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin û ji ber vê yekê jî pir kêfxweşin. Min niha fêm kir ku zimanê mirov tune be, mirov jî tune ye. Divê mirov li zimanê xwe, çanda xwe li hemû tiştên xwe xwedî derkevin. Zimanê me rûmeta me ye. Ji niha û pê de em dixwazin jiyana xwe bi zimanê xwe berdewam bikin."


' Temenê hînbûna ziman tune ye'


Welatiya bi navê Hîva Mistefa jî anî ziman ku bi perwerdehiya zimanê kurdî pir kêfxweşe û axaftina xwe wiha domand: "Zimanê me hebûna me ye. Ziman tune be jiyan jî tune ye. Ji ber ku berê em li Sûrî dijiyan derfetên me tune bû ku em fêrî zimanê xwe bibin. Em dereng man hi tiştan re lê ne xem e. Mirov ji ku dest pê bike baş e. Temenê hînbûne ziman tune ye. Roj bi roj ez bi zimanê xwe fêr dibim. Dema ez vegerim Kobanê jî, ezê  perwerdeya xwe bidomînim û ezê zimanê xwe yê dayikê pêş bixînim."


 ‘Em dixwazin zimanê dayika xwe hîn bibin'


 Dayika Xezal Îbrahîm jî anî ziman ku ji bo hînbûna zimanê kurdî tevlî bebika xwe beşdarî perwerdehiyê dibe. Xezal da zanîn ku ji bo hînbûna ziman tu tişt ne asteng e û wiha pê de çû: "Me di vê koçberiyê de pir zor û zehmetî dit. Em ji welatê xwe pênaber bûn. Lê Ligel hemû zordariyan em dixwazin zimanê dayika xwe hîn bibin. Em dixwazin bi zimanê xwe yê şêrîn biaxivin, bi nivîsînin û bixwînin."


'Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin'


Welatiya bi navê Cîhan Silêman jî  bi lêv kir ku ger em xwedî li zimanê xwe dernekevin, tû kes xwedî li zimanê me dernakeve û wiha got: "Berê min tîpên zimanê Kurdî jî nizanîbû. Bi saya mamosteyan em zimanê xwe fêr dibin. Pêşketina gelan bi xwedîderketina ziman dest pê dike. Ji ber vê yekê zimanê dayikê pir girîng e. Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Zimanê me rûmeta me ye. Dema ez biçim Kobanê jî ez dixwazim bibim mamosteya zimanê Kurdî û zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Divê em li hemberî pişaftinê jî rawestin."


 (kom/ch)