Jinên Katalan bo hevserokatiyê têdikoşin
12:54
JINHA
AMED - Endama Partiya Wekheviya Gelan a Katalonyayê Isabel Vallet der barê têkoşîna sê alî ya li dijî dewleta desthildar, hişmediya serdest û pergala kapitalîzmê weke jin jî birêve dibin. İsabel Vallet da zanîn ku têkoşîna jinan ji bo jiyana wekhev xwedî girîngiyeke mezin.
Gelê Katalan ê ku ji bo ziman, çand û mafê xwe têdikoşe, li Îspanya û di peşeke xaka xwe ya biçûk de, dibin zordestiya hikûmeta Fransa yê de dijîn.
Katalonya ku dive bakurê Îspanyayê, herêmeke xweser û nifûsa wê nêzî 7 milyonaye. Li vê herêmê mirov bi sê zimanên fermê yên Îspanyolî, Katalonî û Aranî diaxivin. Li Katalonyayê sala borî referanduma “Xweseriyê” hat lidarxistin. Têkoşîn û xwedî derketina nasnameya jinan li vê herêmê bi awayekê xurt tê meşandin. Endama Partiya Wekheviya Gelan a Katalonyayê Isabel Vallet ku ji bo 1’emîn Kongreya Jinên Kurd, hat Amedê der barê têkoşîna jinan a li welatê xwe de axivî.
Isabel diyar kir ku li dijî pirsgirêkên jinan ên ku dijîn ji bo vîna xwe nîşan bidin, dinava partiyên çep de xwe bi rêxistin dikin û wiha axivî: “Têkoşîna bingehîn a dinava Katalonyayê de mafê bidestxistina kurtajê ye. Di heman demê de ji temsîliyeta perwerdê û siyasî ji bi dest bixwin têkoşîna xwe bi rêve dibin.”
Isabel ragihand ku jinên Katalan di sê qadên cuda têdikoşîn û wiha domand: “A yekê li dijî polîtîkayên aborî yên kapitalîzmê, ya duyan li dijî polîtîkayên qedexekirina kurtajê û ya sê yemîn jî li dijî şert û mercên wekhevî yên sixtene.”
Isabel anî ziman ku girêdaneke mezin a jinên Katalan û jinên kurd bi hev re heye û wiha bilêv kir: “Em weke tevger dixwazin têkoşînan jinan bixwin navendê. Pergala hevserokatiyê ku ji aliyê jinên kurd ve ket meriyetê, vegoherandine polîtîkayên sazîbûne. Niha ji bo em pergala hevserokatiyê ava bikin têdikoşin, lê belê me hîna derbarê jiyanê nekiriye. Tenê di lîsteya hilbijartina giştî ya partiyê de ji sedî 50 temsîliya siyasî heye. Lê belê piranî parlamenter ji mêran pêk tê û divê em vê yekê derbas bikin.”
