'YPJ parastina hemû jinên cîhanê kir'
09:54
JINHA
KOBANÊ - Piştî avakirina YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî di berxwedana Kobanê de jinên Kurd di parastina civaka Kurd de rolek giring lîstin. Bi vê berxwedana bêhempa di şexsê jinên Kurd de hêz û vîna jinê carek din dîyar kir ku jin dikarin hemû qadên jiyanê de cîh bigre, jinê û civakê biparêzê.
Yek ji wan jinên şoreşger jî şervana YPJ'ê Viyan Efrîn e ku niha di berxwedaniya Kobanê de cihê xwe girtiye bal kişand ser rizgarkirina Kobanê, rol û mîsyona jinên Kurd û wiha axivî:"Şerê ku li Kobanê hatiye meşandin bi hemû rengên xwe em dikarin bêjin şerekî gelek dijware bû. Êrîşên çeteyên DAIŞ ê ne tenê ji bo daxistina Kobanê bû, wan dixwestin ku di şexsê Kobanê de vîna jinên Kurd bişkîne hêza wê tûne bike û wê teslîm bigre. Li ser vê yekê YPJ di parastina Kobanê de li rex YPG ê cihê xwe girt û ne tenê parastina jinên Kurd li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê parastina hemû jinên cîhanê kir. Şerê li Kobanê hat meşandin şerekî dîrokî bû û mafdar bû, ji ber vê jî serkeftî bû. Kobanê ji çeteyên DAIŞ ê hat rizgarkirin. Em rizgarkirina Kobanê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin."
'Vîna jinên Kurd hat naskirin'
Şervana YPJ'ê Zinarîn Berxwedan jî di rizgarkirina Kobanê de rengî berxwedana jina Kurd wiha anî ziman :" Jina Kurd ku her kesî bi çavekî çuda lê dinêrî û digotin jin tenê ji bo paqijkirina malê û xwedîkirina zarokan hatiye dinyayê, lê piştî avakirina YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî berxwedaniya Kobanê de çavên her kesî vegeriya ser jinên Kurd û hat dîtin ku jin dikarin çi bikin. Bi taybetî jî di şexsê hevala Arîn Mîrkan de her kesî rola jinên Kurd ya di rizgarkirina Kobanê de fêm kir û vîna jinên Kurd hat naskirin. Em ser navê YPJ'ê rizgarkirina Kobanê diyarî Rêber Apo û hemû malbatên şehîdan dikin ".
Şervanê YPJ'ê Destîna Kobanê ku niha li Rojavayî Kobanê,di rizgarkina gundan de cihê xwe girtiye, li ser berxwedana jinên Kurd ya li Kobanê wiha axivî:"Rizgarkirina Kobanê tê wateya rizgarkirina jinên Kurd ku desthilatdariyek mezin ser jinê pêk dihat. Jina Kurd li Kobanê erka xwe ya xwezayî pêk anî û berxwedaniya ku li Kobanê dan meşandin ne tenê ji bo jinên Kurd bû, ji bo hemû jinên cîhanê bû. Rizgarkirina Kobanê ji bo me pir watedare lewre YPJ û armanca YPJ'ê bi cîhanê da naskirin.''
(ch)

