Meclîsa Îştar 9'emîn Konferansa xwe lidarxist

10:33

 


JINHA


MEXMÛR-Li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştar ya jinan konferansa xwe ya 9'emîn lidarxistin.


 Li wargeha Ş.Rûstem Cudî (Mexmûr) Meclîsa Îştar ya jinan 9'emîn Konferansa xwe lidarxistin. Konferans duh di saet 08.00'an de li salona meclîsê ya wargehê bi tevlîbuna 500 beşdervan û 375 delegeyan hat li darxisin.


 Di destpêka konferansê de endama koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK) Leyla  Agirî axaftinek kir û got: "Ev rojên ku em tê de dijîn pêşketinên dîrokî çêdibin, em di wê hêviyê de ne ku 9'emîn Koneransa Meclîsa Îştar bi biryarên û bi plansaziyên xurt tevlî vê pêvajoya nû bibe û ji pêvjoyê re bibe bersiv. Em, bi hatina 15'ê Sibatê jî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em silavên xwe yê ji dil û can ji Rêber Apo re dişînin."


'2015, divê bibe sala azadiya Rêber Apo'


Leyla, di axaftina xwe de ji bo hemû şehîdên li Kobanê, Celewla, Kerkuk, Şengal û Mexmûrê re dilsoziya xwe anî ziman û wiha berdewam kir:"Em hemû jinên Kurd dibêjîn ku êdî sebra me bi jiyanek bê Rêber Apo nemaye, çi dibe bila bibe divê sala 2015'an bibe sala azadiya Rêber Apo. Emê bi vê têkoşînê û bi vê biryarbûyinê tevlîbuna xwe ya konferansê pêk binin û serkeftina konferansê diyarî Rêber Apo bikin. Bi bilind kirina biryara têkoşîna xwe emê vê komployê vala derbixînin. Em vê baş dizanin ku, di têkoşîna azadiyê de ê herî zêde ked daye, êş kişandiye û bedel daye RêberApo ye."


 Leyla,di dawiya axaftina xwe de li ser navê hemû beşdarvanan û delegeyanê silav û pîrozbahî yên xwe ji berxwedêrên Kobanê û hemû şervanên azadiyê re şand.


 Piştî axaftina Leyla Agirî, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Pişt re jî peyam û rapora xebatên du salan hate xwendin.


 Konferans dê sê rojan berdewam bike.Di konferansê de rojeva siyasî, nirxandin, hevpeymana Meclîsa Îştar, plansazî û hilbijartina Meclîsa Îştar dê werin nirxandin û gûftugokirin.


(ch)