Têkoşîna jiyanê ya jinek Kurd
11:31
JINHA
ŞIRNEX- Li navçeya Silopî ya Şirnexê li taxa Şehît Harûn welatiya bi navê EmîneTîmûr ya 56 salî, dayika 4 zarokane bi gelek zehmetiyên jiyanê re rû bi rû maye.
Welatiya bi navê Emîne Tîmûr ya 56 salî li navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexê ye li taxa Şehît Harûnê bi 4 zarokên xwe ve têkoşîna jiyanê dide. Emîne diyar kir ku jin, her tim li gor dem û rewşê derfetan diafirîne û dikare li ser lingên xwe bisekine.Emîne axaftina xwe wiha berdewam kir:'' Ê ku pêwîstiyên xwe û malbata xwe herî baş dizane jin e.Jin ji bo malbat û zarok her tim li ser lingên xwe bimîne dixebite û wan diparêze.
'Dema mal bi mal digerim li ber xwe dikevim'
Dayika 4 zarokan Emîne Tîmûr, ji bo debara xwe bike diçe navçeya Zaxo ya girêdayî bajarê Duhokê ya Başûrê Kurdistanê ye, li vir cil, firaq û erzaq dikire. Dayîka Emîne, tiştên ji vir stendiye tîne Silopi û ji bo firotinê kolan kolan, gund bi gund digerîne. Emîne Tîmûr der barê jiyana xwe de axivî û wiha got:'' Ez her roj serê sibê zû radibim û mal bi mal digerim. Ev 20 sale ez vî karî dikim, rojê 20 an jî 50 TL qezenca min çêdibe. Ji ber kar carinan derfetên min çê nabe ku ez di mal de nanek germ jî bixwim. Dema ku ez mal bi mal digerim pir li ber xwe dikevim û fedî dikim. Lê ji ber ku ez dikarim debara malbata xwe bikim, pir kêfxweş dibim.''
'Ez neçarim ku bixebitim'
Emîne axaftina xwe wiha domand:'' Ji ber ku tû kesên me nîne li malbatê binêre, ez mecbûrim di vê temenê xwe de jî bixebitim. Xanîyek minê yek kat, bi du jûr û eywanek heye.3 kurên min hene, yek ji wan di nav refên gerîlla de berî 4 salan şehîd ket, yek jî di girtîgehê de ye. Kurê minê biçûk jî betal e.Du bûkên min û neh nêvîyên min hene, bûka min a mezin ji ber ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye mehê carê diçe nexweşxaneya Amedê tedawî dibîne.Ev jî ji alî aborîyê de me gelek dike tengasiyê. EmîneTîmûr da zanîn ku 6 nêvîyên wê jî diçin dibistanê lê ji ber ku derfetên wan nîne ku bi wan re bi her awayî eleqeder bibe nêviyên wê di dibistanê de qels dimînin. Emîne axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' ji ber temena derbasbûyî û karên zêde tendûristiya min jî xera bûye. Gelekî nexweşiyên wekî ba, guatr û êşa guh bi min re hene. Derfetên min çênebû ku ez biçim nexweşxaneyê jî. Niha ji ber van nexweşiyan ez pir şevan heta destê sibê ji êşa canê xwe nikarim razêm.''
(fs/ch)
