Ji bo welatiyên Kobanê alîkarî didome
13:08
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warên xwe biterikînin, hatin Bakurê Kurdistanê bi cih bûn. Her wiha ji bo welatiyên Kobanê ku niha li Pirsûsê di konbajaran de dimînin ev 7 mehin alîkarî tên belav kirin
Ji bo welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warên xwe terikandin û hatin Bakurê Kurdistanê li Pirsûsê bi cih bûn re alîkarî didome. Welatiyê bi navê Burhan Karakûyû, li Îzmîrê ji bo pêdiviyên zarokan ji nava malbata xwe û hawirdora xwe cil û berg û hin alîkariyên din top kir. Burhan, alîkariyên ku berhev kirine bi TIR'ê anî Pîrsûsê, depoya Avestayê û teslîmî berpirsyarên dîplomasiya KCD'ê Huseyîn Çeçen û Mistafa Dogal kir.
'Ji bo zarokan alîkarî pêwist e'
Burhan diyar kir ku du meh berê jî ji bo koçberên Kobanê alîkarî dabûn û got divê ji bo welatiyên Kobanê em şev û roj bixebitin. Burhan anî ziman ku bi serfîraziya Kobanê pir kêfxweş bûye û ji bo avakirina Kobanê çi ji destên wan bê dê bikin. Berpirsyarên dîplomasiyê ya KCD'ê Mûstafa Dogal, ji bo alîkariyê spasiyê xwe anî ziman û wiha got: "Hemû alîkarî ji bo me girîng e. Lê di serî de alîkarîya ji bo zarokên biçûk pêwist e. Pêdivîya me niha herî zêde ji mama û şîrê zarokan re heye. Divê di serî de alîkarî ji bo zarokan bên kirin."
'Pêdivîyên koçberan gelek e'
Ji bo welatiyên Kobanê ku niha li Pirsûsê di konbajaran de dimînin ev 7 mehin alîkarî tên belav kirin. Berpirsyarê depoya Avestayê Ahmet Nebo da zanîn ku ji bo welatiyên xwe yên Kobanê bi awayekî organîzeyî alîkarî tên belav kirin û wiha axivî: "Ev bû 5 meh ez li vê derê dixebitim. Ji bo 9 hezar koçberên Kobanê yên ku li gunda bi cîh bûnin xureka ji wan re belav dikim. Niha jî alîkariyên ku tên em bi xebatkarên dildar bar dikin û gund bi gund belav dikin. Her wiha gelek pêdivîyên koçbera jî heye. Di serî de jî şîr, mama û efadê zarokan pêwîstî hene. Dîsa nok, zeyt, fasûlî, birinç, şekir hwd. jî pêwist e."
(kom/ch)
