Li Kurdistanê 4'emîn Meşa Jinên Cîhanê pêk tê
15:22
JINHA
AMED - Ahengiya (Koordinasyon) rêxistina Meşa Jinên Cîhanê dest bi xebatên amadekariya Meşa Jinên Cîhanê ya 4'emîn kirin. Endezyara Tûnisî û endama koordînasyona navnetewî û nûnera jinên Ereb Sûad Mehmûd di der barê rêxistina Meşa Jinên Cîhanê de diyar kir ku, Meşa Jinên Cîhanê dê îsal di 8'ê Adarê de ji Kurdistanê dest pê bike û got Çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê dê heya 17'ê Kewçer'ê bidome û li paytexta Portekizê ya Lîzbonê bi dawî bibe."
Rêxistina Meşa Jinên Cîhanê ya ku ji ahengiyên cîhanî pêk tên, nûnerên wê yên jin temsîlyeta jinên welatê xwe dike. Her wiha her ahengî dest bi xebatên amadekariya çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê kirine. Meşa Jînên Cîhanê dê îsal jî di 8'ê Adarê de dest bi çalakiyên xwe bike. Meş, dê îcar ji Kurdistanê ji bajarê Nisêbînê ya girêdayî Mêrdînê ye dest pê bike. Hemû koordînasyon jî dê li vir kom bibin û Meşa Jinên Cîhanê ya sala 2015'an li Kurdistanê were îlan kirin.
'Meşa jinên Cîhanê ya 4'emîn dê li Kurdistanê pêk bê'
Sûad bi lêv kir ku yekemîn Meşa Jinên Cîhanê di sala 2000'an de pêk hat û wiha axivî: " Yekemîn Meşa Jinên Cîhanê li New York'ê bi tevlîbûna 10 hezar jin pêk hat. Piştre her 5 salan carekê tevgerên jinan ku ji her deverên cîhanê tên bi hev re tevlî çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê dibin. Ev çalakî wek tevgerek giştî tê binavkirin. Meşa duyem jî di sala 2005'an de ya dawîyê jî di sala 2010'an de pêk hat. Niha jî bi hemû tevgerên jinan re, biryarek giştî hat girtin ku meşa îsal ji Kurdistanê dest pê bike. Her koordînasyon bi awayekî cûda amadekariyên xwe yên beşdariyê dikin. Jinên di ahengiyê de ne dê temsîlyeta jinên welatên xwe bikin."
'YPJ, sembola têkoşîna jinê ye'
Sûad dest nîşan kir ku jinên Kurdistanê di vê sedsalê de ji bo jinên têkoşer bûne sembol û wiha got: " Kurdistan ji bo yekîtî û wekheviya netewan mînak e. Her wiha erdnîgariya Kurdistanê ji bo me wek xala hevgirêdayina hemû parzemîna cîhanê ye. Di biryar girtina meşê de jî ev xal esas hat girtin. Sal bi sal rêxistinên jinan pêşdikevin û cûreyên nû ji têkoşînê re berz dikin. Ez karim bejim ku jinên di sala 2000'an de dest bi tevger meşê kir di sala 2015'an de bêtir hêza xwe nas kiriye. Bi pêşketina jinan dê civak jî pêşkeve. Têkoşîna jinên kurd û bi taybet berxwedayina Yekîneyên Parastina Jinê(YPJ) dê ji Meşa Jinên Cîhanê ya îsal re bibe mînak."
'Mafê jinên Kurd ragihînin hemû cîhanê'
Sûad armanca her sê meşên jinan bibîr xist û got:'' Divê cîhan bi tevahî ji mafê azadiya jinên Kurd agahdar bin û wiha berdewam kir: " Meşa Jinên Cîhanê ya yekemîn di sala 2000'an de bi armanca şermezarkirina politiqayên Banka ya Cîhanî de pêk hat. Bankaya Cîhanê polîtîkayên bêhêzkirina jinê di wê salê de bilind kiribû. Ji ber vê yekê 20 hezar jin li kolanên Newyork'ê meşiyan, ev yek bi armanca şermezarkirina polîtîkayên cîhangêriyê bû. Her wiha li 24 bajarên din di heman deme de meşen bi vî rengî bi heman armancê pêk dihat. Ev meş wekî yekemin tevgerên cîhanî ku hemû jinên cîhanê bi hev re pêk anîbûn hat bi nav kirin. Meşa duyemîn jî jinên Brezîlya pêk anîn. Di vê meşê de jî jin ji Başûrê Brezîlya dest bi meşê kirin heta paytexta Brezîlyayê. Ev meş 15 rojan dewam kir.Piştî vê meşê gelek jin tevgera jinê nas kir û wek endam di nava tevgerê de cîh girt. Meşa sêyemîn jî li dijî çekdariyê bû. Ji ber ku çekdariya dewletan dibe sedema şer û di vî şerî de jin jî mexdûrîyetê dijî. Meşa 4'emîn jî ya ku li Kurdistanê pêk bê bi armanca li dijî binpêkirina mafe kedkaran bisekinin, bi destxistina mafe jinê û her wiha armanca me ya sereke ewe ku mafê jinên Kurd ya azadiyê em ji hemû cîhanê re rabigihînin.
'Jinên cîhanê dê hevdû nas bikin'
Sûad bal kişand ser giringiya têkilî û parvekirina navbera hemû jinên cîhanê û wiha pê de çû: "Mînaka herî berbiçav serkeftin û lehengiya jinên Kurd ên Kobanê ye. Pêwîste ku hemû jinên cîhanê van berxwedêran ji nêz ve nas bikin. Her wiha jin bi vê derfeta çalakiya Meşa Jinên Cîhanê, divê pirsgirêkên xwe bi hev re parve bikin. Armanca me ewe ku jinên cîhanê têkoşîna xwe bi hev re bilind bikin. Yek jî mafe jinê ya xwezayî ewe ku hêzek taybet ya jinê hebe û karibe parastina xwe bike. Ji bo vê jinên kurd, ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak."
'Çalakiya Yekîtiya Jinên Cîhanê'
Sûad, anî ziman ku di Meşa Jinên Cîhanê ya 4'emîn de, dê çalakiyên cur be cur bên li darxistin û axaftina xwe wîha domand: "Yek ji van çalakiyan jî dê, 24'ê Gulan'ê de bi navê Çalakiya Yekîtiya Jinên Cîhanê pêk were. Ev çalaki dê 24 seat bê navber bidome. Çalaki dê bi taybet ji bo balkişandina ser qetlîyama Banglêdeş ya ku li hemberî jinan de pêk hatiye ye. Qetlîyama Banglêdeş di 2014'an de bi hilweşandina tawanê fabrîqayê ku ser jinên karker qewimî. Di vê qelîyamê de bi sedan jin jiyana xwe ji dest dan
(şh/ch)
