Jin li hemberî şîddetê dersên xweparastinê digrin
17:59
Handan Tufan/JINHA
îZMîR - Mamosteya werzîşa lêkdanê Gokhan Goker,ji ber şahîdî şîddeta bavê xwe ya li hemberî dayika xwe bûye dest bi vê sporê kiriye û niha jî dersa xweparastinê dide jinên Îzmîrê.Gokhan diyar kir ku jin ji bo tevlîbûna qursê eleqayek mezîn nîşan dide.
Mamosteya werzîşa lêkdanê Gokhan Goker, lî Îzmîrê ev salek û nîv e ji bo jinên rastî şîddetê tên re dersa xweparastinê dide. Dest pêkirina Gokhan ya vê sporê jî, dîsa ji ber şîddeta bavê wî ya li hemberî dayika wî bûye. Gokhan anî ziman ku pîştî wê, nêzîkatiya mêran ya li hemberî jinan baş fêm kiriye û tim li ser vê mijarê mijûl bûye. Herî dawî fikra xweparastinê di hişê wî de teşe girtiye û vê qursê vekiriye. Gokhan got,' jin ji bo qursê eleqeyek mezin nîşan didin.'
'Felsefa spora lêkdanê xweparastine'
Gokhan da zanîn ku, piştî tecrûbeyên zaroktiya xwe têkoşîna tundiya li ser jinê ji xwe re wek armancek dîtîye û wîha axivî:'' Felsefa spora lêkdanê xweparastine. Kesên li hembera we çiqas bi hêz be jî bi hin teknîkên hêsan jî mirov dikare xwe ji rewşa xirab derxîne.
'Xweparastin pêwîst e'
Gokhan diyar kir ku,têkîliyên wan bi hin rêxistinên civakî yên sîvîl re jî hene û ji vir jî jin tevlî qursê dibin. Gokhan axaftina xwe wiha berdewam kir:''Em tenê perwerda xweparastinê nadin, di heman demê de ji bo jinên ku rastî şîddetê hatine, peywira rehabilîtasyonê jî tê dayin. Berî her tiştî em bi sporê rehabîlîtasyonê pêk tînin, piştre derbasî teknîkê dibin. Gokhan bi lêv kir ku,jinên rastî şîddetê ten xwe neçar dibînin. Armanca me ya yekemîn ewe ku jin, ji vê derûniyê derkeve. Gokhan axaftina xwe wiha bi dawî kir:''Xweparastin ji bo hemû zindîyan mafê herî xwezayî ye. Jin ji bo karibin xwe biparêzin divê teknîkên xweparastinê hîn bibin.''
(ch)

