‘Roja ku te bi destê min girt tu bûy namûsa min!'
23:21
JINHA
ELEZÎZ- Têkildarî kuştina Bedîha Medya Oral a li Navçeya Depê ya Elezîzê, xwîşka wê Ayten got ku “Medya, ji min re got ku Akîf çeka xwe ji pişta xwe kiriye, nîşanî wê daye û gotiye ‘tu mecbûr î min bixwazî, roja ku te bi destê min girt, tu bûy namûsa min’ û gef lê xwariye, wê jî gotiye ‘bila be’. Medya çend carên din jî rastî gefan hat.”
Bedîha Medya Oral, şeva 29’ê nîsanê, li Navçeya Depê ya Elezîzê ji aliyê destgirtiyê xwe Akîf ve hat qetilkirin. Gelek endamên saziyên jinan ên ji Amed, Dêrsim û Elezîzê hatin, qetilkirina Medya şermezar kirin. Serokatiya BDP’a Elezîzê û Egîtîm Sen’a Elezîzê jî piştgirî dan saziyên jinan. Medya, ji ber ku dixwest ji destgirtiyê xwe Akîf Yildirim veqete, her tim rastî gefên wî hat. Şeva 29’ê nîsanê jî, Akîf Medya bi guleyan qetil kir. Malbata ku piştî dengê çekan bihîst daket odeyê, dît ku Akîf xwe di ser cesedê Medya re avêtiye û reviyaye. Akîf, şeva bûyerê teslîm bû.
‘Sond dixwim ku ezê bûkaniyê li xwe nekim!’
Dayîka Medya Sabîha Oral, anî ziman ku di demên dawî de Medya gelek bit irs û fikar bûye. Sabîha diyar kir ku ji ber Medya jê re gotiye “Akîf gefan li min dixwe. Ditirsim dayê” fam kiriye ku sedema fikarên wê, gefên Akîf in. Sabîha da zanîn ku Medya û Akîf ji hev hez kirine û bûne desgirtiyên hev. Sabîha destnîşan kir ku piştî demeke, dema behsa Akîf hatiye kirin, acis bûye, leriziye, gelek caran jî, ji ser hişê xwe çûye. Sabîha diyar kir ku ji ber keça wê sar nêzî malbata Akîf bûye, du caran sîle li keça xwe xistiye û keça wê gotiye “Dayê, li min bidin, min bikujin. Ez ji bo xwe natirsim. Tirsa min ew e ku tiştek bê serê we. Dayê, ji min re bibin alîkar. Sond dixwim ku ez ê bûkaniyê li xwe nekim. Roja ku li xwe bikim, ew ê dîsa tadeyiyê li min bike. Ji îro pê de ez ê ji we re tu tiştek nebêjim.”
‘Akîf naxwazim’
Ayten Oral, diyar kir ku xwişka wê Medya, li cihê karê wê, Akîf nas kiriye, piştî ku çend car hevdû dîtine, xwestiye ku pê re bizewice. Ayten anî ziman ku malbatan ev yek bihîstiye û Medya û Akîf kirine destgirtiyên hev. Ayten, got ku “Xwîşka min pir kêfxweş bû. Herkesî jî vê yekê didît.” Ayten da zanîn ku piştî serê salê, êdî tu kesan Medya rûliken nedîtiye, Medya li hemberî têkiliya xwe ya bi Akîf re, sar bûye. Ayten, diyar kir ku Medya her tim gêj bûye, bi tu kesan re neaxiviye û wiha got: “Me lava kir ku ji me re sedema vê yekê bêje. Dawiyê, bersiva ‘Ez Akîf naxwazim. Derewkarek li dera hanê ye. Ne merivek mîna ku ji we re gotiye’ da min.”
Surprîza Akîf: Zinarê Guluçgurê
Ayten, ragihand ku 10 roj beriya qetilkirina Medya, Akîf bi tevî çeka xwe hatiye mala wan, bi qasî saetek, bi Medya re di odeyek de tenê mane, dema ku derî vekirine, dîtine ku ruyê Medya zer bûye, ruyê Akîf jî b iken. Ayten ev tişt gotin:
“Medya, ji min re got ku Akîf çeka xwe ji pişta xwe kiriye, nîşanî wê daye û gotiye ‘tu mecbûr î min bixwazî, roja ku te bi destê min girt, tu bûy namûsa min’ û gef lê xwariye, wê jî gotiye ‘bila be’. Medya çend carên din jî rastî gefan hat. Akîf piştî 3 rojan jî, ji Medya re got ‘surprîzek min heye ji bo te’ û ew bir gireke li aliyê Guluçgurê ye. Medya got ‘ez ji surprîzan heznakim’, lê dîsa jî bi zorê ew bir. Akîf, ji Medya sedema sarbûna wê pirsiye. Medya jê re gotiye ku ji wî hez nake, tenê ewê ji bo malbata xwe bizewice. Medya anî ziman ku Arîf jê re gotiye ‘Tu dê ji min hez bikî, an jî ez ê me herduyan jî ji vê zinarê de bavêjim.’ Medya, ji me re behsa van bûyeran nekir. 2 roj beriya ku bê qetilkirin, di 27’ê nîsanê de canê xwe cilêt kir û xwest xwe bikuje. Piştî vê bûyerê ji min re behsa van tiştan kir.”
‘Xwe di ser bedena birîndar a xwişka min re avêt û reviya!’
Ayten, da zanîn ku pişti ku vê bûyerê ji bavê wê Şah Haydar Oral re ragihandine, Akîf hemû malbata Medya kom kiriye û li ba wan bi Medya re axiviye. Ayten diyar kir ku Medya ji Akîf re gotiye “Tu derewkar î. Ji te ditirsim. Naxwazim emrê xwe bi te re derbas bikim”, Akîf jî gotiye “Bi mirinê be jî, ev dawet dê bibe. Li ba me dema ku meriv bi destê hev girt, ew roj namûs e.” Ayten ragihand ku piştre Medya û Akîf di odeyê de tenê mane, malbatê dengê çekê bihîstiye û daketiye odyê. Ayten destnîşan kir ku her wiha Akîf xwe di ser bedena birîndar a Medya re avêtiye û ji malê reviyaye. Ayten ragihand ku Akîf li Depê teslîm bûye û wiha got: “Dozger û hakimên li wir, gotin ku ev qas qatil dîtine, lê tu qatilek wekî viya xwînsar nebûye.”
‘Ev têkoşîn divê ji bo hemû jinan bê meşandin’
Bavê Medya Şah Haydar Oral, pir dereng pê hesiyaye ku Medya û Akîf ji hev sar bûne. Şah Haydar, anî ziman ku ji bo vê sarbûnê çareser bikin, çi ji destê wan hatiye, kirine û got ku “Min her tim, kêfxweşiya keça xwe dixwest.” Şah Haydar, ragihand ku rojeke beriya kuştina Medya, bi wê re axiviye û Medya ji wî re gotiye “Ez zewacê qebûl nakim. Mirin heye, ev tişt tuneye.” Şah Haydar da zanîn ku Medya jê re gotiye ku Akîf wê biriye ser zinar û bi çekê gef lê xwariye. Şah Haydar, diyar kir ku ji bo dilê wê xweş bike, ji Medya re gotiye “Em bi te re ne. Em ê gazî bavê Akîf bikin û pê re wek merivan biaxivin.”
Şah Haydar, bi gotinên “Min nizanibû ku Akîf evqas ‘hov’ û ‘wehşî’ ye. Min nizanibû ku dê ev bibe sedema mirina keça min” gotinên xwe domand û daxwaza xwe bi gotinên “Medya mirine, bila Medyayên din nemirin. Em mirinan naxwazin. Em tiştên li derveyê mirovahiyê naxwazin. Me her tim ji bo mirovahiyê têkoşîn meşand. Divê ne tenê ji bo keça min, ji bo hemû jinan ev têkoşîn bê meşandin” daxwaza xwe anî ziman.
Şah Haydar destnîşan kir ku piştî bûyerê tu îfade nedane, lê parêzer girtine û dest bi karûbarên hiqûqî kirine.
Foto – Kamera: Hulya ADIYAMAN
(ha/gk/hp/ho)

