Yekemîn meclisa KJA hat îlankir
11:55
JINHA
İSTANBUL - Meclisa Jinan a KJA ya Pendîkê, li Salona Dawetê ya Murat a Taxa Kavakpinara Pendîka Stenbolê, bi lidarxistina şahiyekê avakirina xwe îlan kir.
Meclisa Jinan a KJA ya Pendîkê, li Salona Dawetê ya Murat a Taxa Kavakpinara Pendîka Stenbolê, bi lidarxistina şahiyekê avakirina xwe îlan kir. Pankartên "Şoreşa bê jinê nabe bi şoreşê serkeftina jinê pêkane", "Jin jiyan azadî" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li salona şahiyê hatin daliqandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, şahî dest pê kir. Dîlan Çîftçî ku cihê xwe di xwebatên rêxistin kirina KJA'yê de girt encamnameya 1'emîn Kongreya Jinên Azad ji jinan re xwend.
Piştî re Endama Koordînasyona Meclisa KJA ya Stenbolê Pinar Kendal axivî û diyar kir ku dê avakirina civaka azad bi mêran re li ser bingeha azadî û wekheviyê ji nû de avabikin. Kendal da zanîn ku li Rojava jinên kurd di eniyên berxwedanê yên herî pêş de ji bo azadiyê têkoşiyan û wiha got: "Em ê jî li bakurê Kurdistanê ji bo bendava hilbijartinê derbas bikin, bi her awayî bixwebitin û têbikoşin. Divê di vê hilbijartinê de soza ku em dayî jinên berxwedêr bi cih bînin. Ji ber ku em deyndarê jinên ku dîrok nivîsandine."
Piştî axaftinan Meclisa Jinan a KJA ya Pendîkê hat îlan kirin. Nesrîn Koçyîgît ku ji bo berdevka Meclisa Jinan a KJA ya Pendîkê hat hilbijartin, diyar kir ku ji bo rêxistinbûyîna jinan pêş bikeve dê bi her awayî bixwebitin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
(zt)
