8 sal li bendêye ku doza Nurşîn pêk wer e
11:57
Nurcan Yalçin/JINHA
ÊLIH - Jinan bi navê Nursen Demîr (Nuşîn) a ji Êlihê, xeyalên wê yên şoreşgertiyê tên di zaroktiyê de, ew ber bi çiyayên bilind ve bir. Nurşîn a ku di sala 1977'an de li gundê Zêlê yê girêdayî Gercuşa Êlihê hatî dinê, mêvanên wan yên destpêkê ku çûyîn mala wan hemû jiyana wê gohertin.
Dema ku Nuşîn 5 salî bû, fermandarê efsanewî yê PKK'ê Mehsum Korkmaz (Egît) mala wan ziyaret dike. Nurşîn ku hemû liv û tevgara vî mêvanê xwe dişopîne, bi heyrantiyek mezin xeyala ku bibe weke wan di hûndirê xwe de dijî. Roj bi roj Nuşîn çîroka wan ji hevalên xwe re vedibêje. Piştî demekê malbata Nurşîn mala xwe dibin navenda Êlihê. Nurşîn di 15 saliya xwe de xatir ji malbata xwe dixwaze û li pey wan xeyalên xwe diçe û berê xwe dide çiyayên azad. Nurşîn piştî demekê di sala 1997'an li herêma Xaçîna Matkiya Bedlîsê di pevçûnekê de bi 14 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide.
'Egît ji wê hes dikir'
Dayika Nuşîn Nesîbe Demîr der barê serpêhatiya keça xwe de axivî û diyar kir ku hîna Nurşîn pir biçûk bû, fermandar Egît hat mala wan. Demîr anî ziman ku carekê heval Egît birindar bû û heftiyekê li mala me ma û wiha got: "Keça min ji wî pir bandor bû. Egît qehremana wê bû. Egît jî ji wê pir hes dikir. Ji her kesî re qala heval Egît dikir. Pişt re berê xwe da çiya û di rêya Egît de meşiya."
Nurşîn zû mezın bû
Dayik Demîr destnîşan kir ku nêrandina keça wê ya civakê pir cuda bû û wiha bilêv kir: "Hîna ji biçûkantiya xwe ve aliyekê wê yê welatparêz hebû. Ew pir zekî bû û her tim zû fam dikirin. Ne dixwest di nava malbateke kevneşop de bimîne. Fikrê wê tim li ser siyasetê bû. Carnan bi rojan diket odeya xwe û pirtûk dixwendin. Hes ji tarzê jiyana heyî nedikir."
'Darbesta min bi rengên kesk, sor û zer bixwemilînin'
Demîr ragihand ku keça wê di 15 saliya xwe de tevli refên PKK'ê bû û wiha domand: "Dema ku tevli dibe nameyekê li şûna xwe dihêle. Di nameya xwe de wiha digot 'Dayê ez tevli şoreşê dibim. Li pey min qet negirî, ev doz doza me hemûyane û hev şer şerê me hemûyane. Ger ez şehît bûm, darbesta min bi rengên kesk, sor û zer bixwemilînin. Qet negirî û min bi tilîliyan oxir bike.' Ez pir dixwazim beriya bimrim vê wesiyeta keça xwe bi cih bimînin, lê ez nizamin gora wê li kuderiyê. Dema ku agahiya şehadeta keça min ji min re hat ez nexweş bûm û wê demê min ne zanî ka ez çibikim. Ji ber vê yekê em qet lê negeriyan. Min pir êş kişan û pir zorî dît. Ji me re gotin gora wê di goreke komî deye, hîna jî derneketiye holê. Beriya bimirim dixwazim bi destên xwe darbesta wê bi rengên kesk, sor û zer bixemilînim û wisan wê defin bikim."
Dayika Nesîbe Demîr daxuya kirin ku beriya keça wê şehîd bikeve carekê çûye li çiyê ew dîtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li herêma Lîceya Amedê bû. Ez çûm wir û min ew dît. Em du rojan li gel hev man. Wê demê min jêr got 'keça min ez bi te serbilindim, tu li du xeyalên xwe çûyî.' Wê jî ji min re got "Dayê ez jî bi te serbilindim. Ji bo ku min dayikeke wek te heye ez pir keyfxweşim û ji te minetdarim.' Ez ê rêya ku keça min tê de çûyî, heya dawiya emrê xwe biparêzim. Ez ê têkoşîna wê ya birûmet tim dayîm bişopînim."
(zt)

