Zarok, di destrêjiya TMK, tundî û îstismara cînsî de ye
11:54
JINHA
AMED - Ji Komisyona Mafê Zarokan ya Baroya Amedê re di nava 5 salan de serlêdana 6 hezar û 875 zarokên mexdûr û yên der heqê wan de gilî hatiya kirin çêbûye. Di nav serlêdanan de herî zêde tundiya li ser zarokan cîh digre, piştre jî îstismara zayendî û mexdûriyeta TMK yê ku ser zarokan hatiye kirin heye.
Li gor daneyên Komisyona Mafê Zarokan ya Baroya Amedê ku heta niha dozên wan şopandiye 6 hezar û 875 zarokên mexdûr û der heqê wan de gilî hatiye kirin heye.
Doza zarokan baro dişopîne
Li gor daneyên baroyê tên dîtin ku mexdûriyeta zarokan, herî zêde ji alî tundiyê de tê jiyandin.Komisyona Mafê Zarokan ya Baroyê, doza hezar û 699 zarokan ya rastî şîddetê hatine dişopîne. Dîsa 348 zarok mexdûriyeta gaspê dijîn. Li gor hejmarên hatine girtin de asta herî xetere nîşan dide îstismara cînsî ku li ser zarokan hatiye kirin e. Doza 363 zarok, ji ber rastî îstismara zayendî hatine serwextî dadê bûye. Doza 589 zarokan jî ji ber mexdûriyetên tawanbariyên cur be cur de hatiye jiyandin ji alî baroyê ve tê şopandin.
Li gor daneyên 6 hezar û 875 zarokên ku mexdûrbûne û der heqê wan de gilî hatiye kirin wiha ye:
-Yên der heqê wan de gilî hatiye kirin: 2 hezar û 970
-Yên rastî şîddetê bûne : Hezar û 699
- Zarokên mexdûrê TMK'ê bûne: 345
-Zarokên rastî ensestê bûne: 6
-Zarokên rastî gaspê hatine: 348
-Zarokên rastî îstismara cinsî û tacîzê bûne:363
-Zarokên mexdûr ên tawanbariyên cur be cur :589
-Giliyên ji ber tawanbariyên cur be cur ku li hemberî zarokan hatiye kirin: 538
-Zarokên ku bi parsek kirinê tên îstismar kirin:17
Tevahî :6 hezar û 87
(ch)

