'Mebesta me azadkirina 4 perçên Kurdîstanê ye'

14:13

 


Rojda Korkmaz/JINHA


KOBANÊ - Piştî  rizgarkirina  navenda  Kobanê, gundên hawirdor jî hêdî hêdî tên rizgarkirin. Şervana YPJ'ê Gûlbahar Laleş rizgarkirina Kobanê wîha nîrxand:'' mebesta me ne tenê azadkirina Kobanê ye. Emê çar perçên kurdîstanê ji dagirkeran rizgar bikin.''


Piştî rizgarkirina navenda Kobanê, bi hamleyek duyemîn ya ji bo rizgarkirina gundên hawirdor operasyonên ku destpêkir berdewam dike. Di encama van operasyonan de gund, ji çeteyên DAIŞ'ê tên paqijkirin. Hêzên YPJ/YPG' ê ku di eniyên Rojhilat, Başûr û Rojavayê  bajêr de pêş ve diçe, di hemû gundên ku azad kirine de hêzên parastinê ava dikin. Şervanên YPJ/YPG, di operasyonên ku berdewam dikin de gundê Xêrbîsan rizgar kirin û anîn ziman ku, di demek nêz de ewê axa Kobanê ji hemû çeteyên DAIŞ'ê ji paqij bikin.''


'Em bi awayekî lezginî pêş ve diçin'


Dema em gihiştin gundê Xêrbîsanê em rastî şervanên YPJ/YPG'ê  ku govendê digirtin hatın. Di gelek cihên gund de tevgerek berfirehî dihat dîtin û her wîha dûmana  agirê şervanan kû pêxistibûn, ji gund bilind dibû. Di gelek diwarên malên gund de nivisên ku ji alî çeteyan ve hatibû nivisandin û malên ku hatibûn talan kirin balê dikişand. Di van operasyonan de gelek maşîneyên çeteyan jî ketin destên şervanên azadiyê. Şervana YPJ'ê Gûlbahar Laleş, der heqê operasyonên rizgarkirinê de axivî û bal kişand ku DAIŞ, bi serdegirtina Kobanê re hemû Kurdan hedef girtiye û wiha berdewam kir:''Lê  me van êrîşan binpê kirin. Ji 5 mehan zêdetir e li Kobanê şerek dijwar heye  û me navenda bajêr bi berxwedanek mezin azad kir. Piştî serfiraziya Kobanê me pêngavek din da destpêkirin  û niha em bi awayekî lezginî pêş ve diçin. ''


'Em dê 4 perçeyan azad bikin'


Gûlbahar Laleş diyar kir ku, li her cîhên tê azadkirin de rastî  talankirina DAÎŞ'ê ten û axaftina xwe wiha domand:'' Pêngava me ya li hemberî van talankeran dê berdewam bike. Di demek kurt de emê Kobanê bi tevahî azad bikin.''Gûlbahar da zanîn ku, ew li Kobanê parastina nirxên mirovahiyê dikin û wiha dawî da axaftina xwe:''Mebesta me ne tenê azadkirina  Kobanê ye. Emê çar perçên kurdîstanê ji dagirkeran rizgar bikin.''


 'Kobanê dê tevahî azad bibe'


Şervanên YPJ'ê  Kejvan Zerdeşt, ku ji roja ewil heta niha di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtibû, bal kişand operasyonên ku hê didome û got çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî berxwedana wan  nikarîbû ber xwe bide. Kejvan, da zanîn ku li her gundên ku tên azadkirin de yekitiya parastinê bi cîh dikin û  axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Operasyonên me dê bidome û Kobanê  bi tevahî dê azad bibe.''


(ch)