'Cîhana zarokan ên pêwistiyên taybet' vebû
15:35
JINHA
QAMIŞLO- Desteya Jinê li Kantona Cezîrê bi şahiyekê 'Cîhana Zarokan' vekirin û wan pêşwazî kirin.
Desteya Jinê li bajarê Qamîşlo ya Kantona Cezîrê de xebatên xwe berdewam dike. Yek ji projeyên ku Desteya Jinê pêk anî,'Cîhana Zarokan ên Pêwistiyên Taybet' e. Ji bo vekirina 'Cîhana Zarokan ên Pêwistiyên Taybet' bi tevlîbûna serokên desteyan û berpirsyariyên saziyan şahiyek hat li dar xistin.
'Zarok divê pêş bikevin'
Navend ji alî zaroka astengdar a bi navê Lava û Seroka Desteya Jin Emîne Omer ve hat vekirin. Piştî vekirina navendê, Seroka Desteya Jin Emîne Omer axivî û wiha got:''Armanca me ya vekirina mala zarokan ew e ku em wek Desteya Jinê dixwazin zarokên astengdar jî bi pêş bikevin û bi hevalên xwe re jiyana xwe bi rihetî derbas bikin''. Emîne, axaftina xwe bi banga alîkariyê dawî kir:'' Em bang li hemû saziyên dikin ku alîkariya me bikin ku em pêşerojeke serkeftî ji bo zarokan biafirînin''.
Piştî axaftina Emîna Omer, şahî bi stranên ku ji aliyê koma Şehîd Rîhan a zarokan ve hat pêşkêşkirin û bi dawî bû.
'Ji bo zarokan alîkarî pêwist e'
Her wiha berpirsa 'Cîhana Zarokan' Neda Ibrahîm jî di derbarê vekirina Cîhana Zarokan û bernameya perwedeya wan de axivî û wiha got:'' Me pêşiyê ser navê Desteya jinê bi bijîşkan re tevgeriyan û piştî kontrola zarokan li gor rewşa wan yê tendûristiyê ji zarokan re bernama perwerdeyê amade kir. Danûstandina me ya bi zarokan re jî dê ser van esasan bin.'' Neda axaftina xwe wiha domand:''Di Cîhana Zarokan de rêgezên perwerdeyê ewe ku her zarok li gor pêwîstiyên xwe perwerdê bibînin. Bernameyên perwerda me li ser van esasan e. Zarokên ku derbasî Cîhana Zarokan dibin temenê wan di navbera 3 salî heta 10 salî ne. Zarok, rojane ji seat 13'an, piştî nîvro heta seat 16'an dê ders bibînin û heftê du rojan dê navberê bidin.''
Berpirsa navenda Cîhana Zarokan ên Pêwîstiyên Taybet Neda Ibrahîm, axaftina xwe wiha bi dawî kir:'' Me Cîhana Zarokan vekir û em ji bo zarokên ku pêwîstiyên wan ên taybet hene bang li hemû saziyan dikin ku destê alîkariyê bidin zarokên me.''
(ph/ch)

